Cemil Oguz
31'emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê bi dawî bû. Di fûarê de li dor 600 weşanxane û saziyên sivîl stand vekirin û derketin pêşberî mêvanan. Di fûara ku Gulten Dayioglu mêvana rûmetê bû de îsal mijara bingehîn a fûarê li ser zarokan bû.
Ji serê fûarê heta dawî me hin not girtin, vane ew notên me:
- Di fûarê de gelek panel û gotûbêjên li ser zarokan hatin çêkirin, gelek weşanxaneyan jî pirtûkên zarokan ji her sal zêdetir derxistin pêş. Dîsa pêşangehên zarokan jî bal kişandin, wekî mînak Pêşangeha Red Kît.
- Di fûarê de Weşanên Aram, Ava, Avesta, Deng, Lîs, Nûbihar, Perî û Vate jî stand vekirin pirtûkên xwe pêşkêş kirin.
- Di nav weşanxaneyên kurdan de standa herî mezin a Avestayê bû û herî zêde jî Weşanên Avestayê eleqe dît, bal kişand ser xwe
- Weşanên Lîs ne li gor zêdebûna standeke vekeribû. Standa wan biçûk bû û gelek pirtûkên wan ên ku berê derketibûn û li wir cih negirtibûn. Vê yekê tesîreke neyînî li wan kir.
- Weşanên Perî îsal di salona 4'an de ku di vê salonê de ji weşanxaneyan zêdetir, Saziyên Sivîl standan vedikin, stand vekiribû.
- Weşanên Vate par cihê wan baş bû, lê îsal li ciheke biçûk û cihek ne baş de stand vekiribû, vê yekê tesîr li firotina wan kir.
- Di nav gotûbêjên kurdan de panela Jan Dost gelek eleqe dît. Salon tije bûbû. Kurd ku her gav kurdbûna xwe nîşan didin, gelekên ku hatibûn guhdarîkirinê piştî panel dest pê kir bi nîvî de hatin.
- Di nav panel û gotûbêjên tirkan de gotûbêja Can Dundar û Mehmet Alî Bîrand gelek eleqe dît. Di salona herî mezin a fûarê de jî cih tune bû. Li dor 350 kesî hebûn ku hatibûn temaşekirinê.
- Ji her sal cudatir îsal metrobus heta ber deriyê TUYAP'ê hatibû, vê yekê di hatina mêvanan de bandorek nîşan da. Par ku li dor 400 hezar kes mêvan hatibûn fûarê îsal ev hejmar derket bi ser 430 hezar kesî.
- Ji nav weşanxaneyan Weşanên Cumhuriyetê jî du tişt kirin ji bo balê bikişînin ser nivîskarên wan ên girt: Qefesek anîn nav standê danîn ku li ser 'Pirtûk li nav zindanan nayên hepiskirin' û her wiha hem Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, hem jî hin nivîskarên din anîn bi van pirtûkên girtiyan dan îmzekirin.
- Ji weşanxaneyên kurdan herî zêde Weşanên Aramê bi nivîskarên xwe pirtûk dan îmzekirin. Xaleke din jî ew bû, pirtûkên nivîskarên Aramê yên ku girtîne ji bo piştgiriyê ji aliyê hin nivîskarên din ve li standê hatin îmzekirin.
Û edîtorên weşanxaneyên kurdan îsal fûar bi vî rengî nirxandin:
- Xwediyê Weşanên Pêrî Ahmet Onal:
Digel ku îsal me salon guhart jî em gihîştin hedefa xwe. Eleqeya li hemberî pirtûkên me hebû. Bi qasî par me firotin. Her çiqas me salon guhart, hin xwendevanên me bi zehmetî hatin em dîtin jî, dîsa me fêrq kir ku pirsîn û hatin. Helbet eleqe baş bû lê ne bi qasî pirtûkên tirkî.
Ev jî heye sal bi sal eleqe pêş ve diçe. Di nav cureyên pirtûkan de jî, berê li çîrokan digeriyan, êdî li pirtûkên akademîk, yên siyasî û dîrokî jî digerin.
Di nav pirtûkên me de herî zêde pirtûtka bîranînên Fûat Onen û pirtûka Eliyê Evdilrehman "Şer li çiyan" hat firotin.
- XWediyê Weşanên Nûbiharê Suleyman Çevik:
Îsal bêhtir hereket hebû. Kitêbên me yên nû hebûn, me reklemake baş kir. Ji ber metrobusê çûn û hatin jî rehet bû.
Piyaseya kurdî jixwe bellî ye, lê dîsa jî her roj bi pêş ve diçe, xwedîlêderketin jî zêde dibe. Ez meleseya kurdî û firotina wê neyînî nabînim. Her ku diçe baştir dibe.
Di nav pirtûkên mede herî zêde klasîk çûn. Di nav klasîkan de jî herî zêde pirtûka li ser Feqiyê Teyran zêde hat firotin. Dîsa salnameya me ya 2013'yan, ajandaya 2013'yan ku me amade kir jî bal kişand. Ez kurdî hîn dibim jî pir hat firotin.
- Edîtorê Weşanên Lîs Mîran Janbar:
Îsal firotin kêmtir bû. Hejmara pirtûkên hatin firotin zêde fedq tune bû lê kêm bû. Sedema vê yekê ez nizanim. Lê girseya ku hat fûarê zêdetir bû. Bi taybetî 2 rojên dawî.
Xwendevan hê çênebûne, hê destpêk e. Bi sê çar hezar xwendevanan xwendevan ava nabe. Kesên dixwestin pirtûkan bigirin jixwe hatin, ji vî alî ve baş bû. Lê xwendin hê zêde nebûye. Heta xwendevanên kurdî nebin mîlyon kes mirov nikare bibêje xwendevan hene.
Di nav pirtûkên me de Qolyeya Çeçilya, Dimdima Erebê Şemo pip hatin firotin. Me ji Dimdim tiştek wisa bawer nedikir, lê zêde hat firotin. Dîsa Zarokên Berçem jî nû bû, baş hat firotin.
- Xwediyê Weşanên Ava Ronî War:
Bi ya min îsal çêtir bû. Gelek kes hatin. Kurdî ji par bêhtir hat firotin. Yên tên fûarê dizanin dê çi bistînin. Ev bala min kişand. Yê me bixwe di fûarê de ev du sal e bernameya me jî heye, cihê me jî êdî diyar e, tesîra van jî li firotinê kir; êdî derdorek me çêbû. Yên ku tên û diçin, diçin hinên din bi xwe re tînin. Loma baş bû.
Ji nav pirtûkên me romana li ser Feqiyê Teyran, romana Mem û Zîn, dîsa helbestên Occo Mehabad baş hatin firotin. Ya Occo Mehabad me 25 heb anîbûn neman.
- Kordînatorê Weşanên Aramê Gokhan Bulut:
Fûar ji bo xwendevanan rengîn e, ew xwe digihînin gelek pirtûkên rengîn, ji bo me jî wisa bû. Me kir ku xwendevan xwe bigihînin pirtûkên nû. Di dema ku parastina bi kurdî tê kirin de me amadehiyeke baş kir û me kir ku kurdî derkeve pêş, wêjeya kurdî pêş bikeve.
Me xwe baş gihand xwendevanan. Hem ji aliyê firotinê ve, hem ji aliyê xwegihandinê ve baş bû ji bo me. Li Stenbolê beşeke mezin a kurdan hatin fûarê, hatin serdana me.
Di nav pirtûkên me de "Li çiyayê Qerejdaxê Şopa Gerîla", "Fîdo", "Jan" a Îlhamî Sîdar, dîsa "Serpêhatiya Penaber" a Hesen Huseyîn Denîz baş hatin firotin.
- Xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin:
Em her sal hemleyeke nû diavêjin. Li vê derê ji bo me temsîla kurdan girîng e. Em kar bikin nekin, em bi vî çavî lê nanêrin. Ji bo temsîla kurdî me wisa cihek mezin vekir. Li ber çavê xelkê gere mirov wisa bike. însan tên û diçin, dibînin. Ev temsîliyet girîng e.
Ji bo me fûar serketi bû. Tu qala ticarî bikî ji bo me cazîbeyek nîn e, mesref pir e lê temsîliyet muhîm e.
Îsal me pirtûkên bi kurdî ku çap kirine du qatî li tirkî bûn. Me 24 heb bi kurdî pirtûk çap kirine, tenê 13 heb bi tirkî. Berê rewş berevajî bû lê dîsa jî mirov nikare bibêje tirkî ji kurdî zêdetir hate firotin. Dîsa jî ême baş bû.
Ji nav pirtûkên me "Martîn" ê Jan Dost, "Barê Şevê" ê Fawas Husên, dîsa Mem û Zîn baş hatin firotin.
Xwendevan êdî ne tenê edebiyat, tiştên din jî dixwazin. Divê hejmara pirtûkan zêde be. Salê derxistina bi sed pirtûkî tu nikarî ziman biparêzî, loma gere hejmar gelek zêde be.
Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu pirtûka Mustafa Balbay ku Balbay girtiye, ji bo piştgiriyê îmze kir.
Di nav mêvanan de gelek zarok hebûn. Îsal pirbûna zarokan jî xwe nîşan dida.
Pirtûkên kurdî ji par zêdetir eleqe dîtin û hatin firotin.
Zarokan gelek eleqe nîşanî pêşangeha Red Kît da. Her wiha li ber gelek wêne jî kişandin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye
***
Nûçeyên eleqedar:
- 'Ji bo kurdan tiştên muşterek divên'
- 'Berê xwe bidin çapemeniya alternatîf'
- 'Êdî dayik jî nikarin kurdî bidin hînkirin'
- '10 sal in pirsgirêka me ya azadiya ramanê heye'
- Weşanên Aramê bi 13 pirtûkên nû li Fûarê ye
- Jan Dost beşdarî Fûara Pirtûkan a Stenbolê dibe
- Weşanxaneyên kurdan ên beşdarî Fûara Pirtûkan dibin diyar bûn
- Îsal çalakiyên kurdan kêm in
- Fûara Pirtûkan a Stenbolê xwe amade dike
***
REKLAM
Kovareke nû bi navê DîWAR derdikeve
Ji bo têkiliyê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
Dîwar
Friedhofstr. 19
64401 Gross-Bieberau
Germany
Ji bo nûçeyê LOGO'yê bitikînin