logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Ji nîro û nîşevê diştexilim

Ziman hem di warê dengsaziyê de, hem di warê biwêj, qalibên peyvan û hem jî di warê rêzimanê de meyldar in ku musrîf neb

  • Dîrok: 05/02/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Loqman Guldivê

Ziman hem di warê dengsaziyê de, hem di warê biwêj, qalibên peyvan û hem jî di warê rêzimanê de meyldar in ku musrîf nebin. Yanî di meseleya bikaranîna zêdeyî hedê xwe peyv, biwêj, formên gramatîk, daçek û wekî din de destlêgirtî ne. Nexasim jî ew zimanên ku berê bi nivîsê re mijûl bûne, destlêgirtîbûna xwe ji ber qaxezê jî zexm kirine, da ku hindik kaxezê xerc bikin. Ji bilî vê besîtkirina rêzimanê û ya dengsaziyê jî dikevin ber vê meyla hanê ya zimanan.

Ez ê li vir bi zimanzaniyê serê we neêşînim, seresere û bi hin mînakan behsa çend ‘tiştikʼan bikim. Ka em li kurmanciyê binihêrin. Em dizanin ku di zimanên kevin ên îranî de heşt hal û tewangên cihê hene, lê di kurmanciyê de ev daketiye 2'yê, rewşa tewangê û ya xwerû. Mesela li Torê peyva destgirtin (belkî destgirêdan) ji ber sedemên hêsankirina bilêvkirinê û ji ber meyla destlêgirtîbûnê ya zimên, bûye ‘dezgîranʼ. Kesên ku di encama dezgîranê jî bi hev ve tên girêdan jî ‘dergistîʼ ne. Li vir behsa merasîmekê tê kirin û ev merasîma teahuda zewacê ye, û ew kesên ev teahuda zewacê dayî hev jî dergistî ne (desgîr). Yanî ji destgirtinê digihin dezgîranê û ji destgirtî jî digihin desgirtî. Ji ber wê jî gava ez bikaranîna destgirtinê li şûna girtin, xistina nezaretê dixwînim û dibihîzim, bi min ecêb in.

Axir ev ne mesela min e û ez bi nimûneyeke bêhtir meyldariya musrîfnebûnê nîşan dide dewam bikim. Di zaroktiya min de ‘nîvrojʼ her ‘nîroʼ bû û ‘nîvê şevêʼ jî her ‘nîşevʼ bû. Yanî li gorî zimanê devera min, pêvajoya hêsanbûnê, destlêgirtîbûnê ev peyv derxistibûn holê, lê niha ev pêvajoya hanê diviya ji bo wî berepaş biçe. Heman tişt ji bo ‘berstikʼ, ‘roʼ û gelek peyvên din jî lê ye. Yanî berê nivîsê ev pêvajoya ‘ekonomîkʼbûnê bi lez dikir, îro berevajî vê, ew berepaş dibe, ji ber ku mirov dixwazin peyvên xwe ji devera jê tên nas bikin. Ji ber wê desmal, di nivîsê de dibe destmal, êdî gelo nivîs divê li ser ziman hukim bike yan na meseleyeke din e. Gava em berê xwe didin hin zimanan em dibînin ku hinan jî bi awayekî bi qaîde, xwendina zimanê xwe guhertiye û bêyî dest bidin nivîsê, destûr berê dane zimên ku xwe biguhere. Yek ji van fransî ye. Di fransî de xwendina hin kombînasyonên herfan li gorî wê hatiye eyar kirin, wekî din bilêvnekirina hin dengên li dawiya peyvan jî ji bo heman tiştê ye. Yanî muhafezekariya di nivîsê de hatiye parastin, lê di xwendinê de bi rêya qaîdeyên xwendinê yên nû, pêvajoya hêsankariya zimên jî heta bi deverekê hatiye parastin.

Zimanekî din ê di nivîsê de bi piranî muhafezekar maye, lê di xwendinê de hêsankarî muhafeze kiriye, îngilîzî ye. Di îngilîzî de em qaîdeyên xwendinê yên bi rêk û pêk ên wekî di fransî de nebînin jî, bi awayekî kêmtir bi rêkûpêk, hin kombînasyonên herfan, hin dengdêr êdî ne wekî tên nivîsîn, lê wekî tên gotin, tên bilêvkirin. Ev her du stratejiyên hanê wekî konsensuseke di navbera muhafezekariya zimên û meyla wê ya ber hêsankariyê ve diyar in. Lê encama wê dibe ew ku alfabeya wan, xwendina alfabeya wan zehmetir be û dirêjtir bikişê li gorî fêrbûna alfabeyên ku deng û tîp li hev dikin. Ji bo kurmanciyê ji ber ku bilêvkirina hin tîpan li hin deveran bi awayekî wekî qaîde bi awayekî din e, mirov dikare qismî belkî stratejiyeke mîna ya li jor tetbîq bike, da ku dest nede dengsaziya kurmanciya hin deveran, lê ka bi rastî em ê ber bi ku ve biçin, wê muqtedîrê mutleq yanî zeman zanibe. Min bi tenê xwest ‘ji nîro û nîşevê biştexilimʼ, ya xwe bibêjim û bi yên guhdarê meselê re jî ji vê holika xwe bidimûbistînim. 

03.02.2020,  Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

'Berendamên şaredariyan divê bi kurdî bizanibin'

ad

Di edebiyata kurdî ya gelêrî de erotîzim

ad

Gora Seyîd Riza li ku ye?

ad

KELEHA MÊRDÎNÊ

ad

Şiklê çarîk fînalî temam bî (tîm, tarîx, saetê maçan)

ad

Xelata Mafên Mirovan didin Leyla Zana

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname