Ronî War
Bi bihîstina nûçeyeke der heqê Keleha Mêrdînê de gelekî kêfxweş dibim. Ji zû ve ye ku li benda tiştekî wisa bûm. Niha bi wê kêfxweşiyê dixwazim nivîsekê li ser vî bajarê ku keleha wî li ber perê ezmên e binivîsim. Bi rûniştin û nivîsê re hestiyar dibim û bi vê hestiyariyê re careke din fêm dikim bê çiqasî ji vî bajarê ku nema dixwazim lê bijîm, hez dikim.
Deh sal berê ji bo gotûbêjan çûbûm li Edene, Mêrsîn, Enqere û Eskîşehîrê bi xwendevan û wêjehezan re hatibûm cem hev. Wekî niha be tê bîra min li Mêrsînê di nav sohbetekê de camêrekî gotibû, “Ez dikarim ji bo bajarê xwe bimrim lê nikarim vegerim li wira bijîm! Min xwest herim bajarê xwe bibînim û wê hesretê ji dilê xwe derxînim. Min di vê çûyînê de fêm kir ku ez ê nikaribim li wira bijîm! Êdî Mersîn bajarê jiyana min e!” Van peyvan û peyvên wekî vana ez gelekî fikirandibûm û êşandibûm.
Bi hezaran mirovên me ji reh û koka xwe hatibûn qutkirin, êşa wan xwe berdabû dilê min! Bifikirin, mirovek dikare ji bo ciyekî here mirinê lê nema dikare vegere li wê derê bijî! Bê cih û bê war bûn! Vê gava ku dixwazim li ser Mêrdînê binivîsim, hezkirina bajarekî çi ye ji nû ve dijîm. Serboriyên min, zarokî, xortanî, hevalên min, xweşî û nexweşî tên bîra min! Berê jî çend caran min di nivîsên xwe de qala Keleha Mêrdînê kiribû û min ji aliyê xwe ve xwestibû ku bala gel bikişînim ser vê mijarê. Bi hêviya ku komek yan jî komeleyek ava bibe û bi navê; Keleha Mêrdînê malê mirovahiyê ye, dest bi xebatan bike, dixebitîm.
Vaye ew hêviya min tê cih; Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo ku Keleha Mêrdînê ji gel û turîzmê re were vekirin xebatek daye destpêkirin. Vî bajarê qedîm, vî bajarê ku bi şev dibe wekî gerdeniya dilberekê, vî bajarê ku ji her sikakek wî çîrokek bangî mirov dike, vî bajarê ku ji gelek bawerî, ziman û gelan re mazûbanî kiriye û hîna jî dike, êdî ne bêxwedî ye! Şaredariyeke gel heye û li bajarê xwe, li çand û dîroka wî xwedî derdikeve. Bi dirûşma, “Keleha Mêrdînê ya Gelê Mêrdînê ye!” xebatek daye destpêkirin. Tê xwestin ku leşker ji vê “keleha pozê wê bi ser beriya Mêrdînê ve xûz e,” derkevin.
Berî her tiştî divê were zanîn ev xebateke gelekî hêja ye û divê em piştgiriya kesên ku ev xebat dane destpêkirin bikin. Ji bo raya giştî pê bihese divê her yek ji me ji aliyê xwe ve li vê xebata ku şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê daye destpêkirin, xwedî derkeve û heta ji me bê em bigihînin gelek mirovan. Kesên meraq dikin, dikarin serdana malpera şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê bikin û ji bo piştgiriyê navê xwe binivîsin. Keleh ji leşkeran vala bibe ew ê ji gelek aliyan ve baş be. Aliyên herî li pêş dîrokî, çandî, tûrîzm û aborî ye.
Bi deh hezaran mirov ew ê xwe li Mêrdînê bigirin. Tenê ji bo şevekê karibin ji kelehê ve li beriyê binêrin û lê bimînin ew ê mirov ji her deverê dinyayê xwe li Mêrdînê bigirin û werin. Bi hêviya ku di demeke nêz de em ê karibin herin ser Keleha Mêrdînê, li wê derê bigerin, li wê bilindahiyê rûnin û bi hezkiriyên xwe re çayekê vexwin, di germa havînekê de bi hênikiya êvarên li ser Keleha Mêrdînê re li binxetê binêrin, ji wê bilindahiyê ve têkevin temaşeya beriya Mêrdînê û stêrkên li ezman diçûrisin!
10.07.2015, Azadiya Welat