Amed
DTP'ê diyar kir ku di hilbijartina şaredariyan de biryar daye ku kesên bibin berendam divê bi kurdî bizanibin.
DTP'ê ji bo kurdî gaveke nû avêt: Wekîlê Serokê Koma Meclisê ya DTP'ê û mebûsê Amedê Selahattin Demirtaş da zanîn ku wan ji bo berendamên şaredariyan şerta zanîna bi kurdî daniye.
Demirtaş li ser navê komîsyona hilbijartinê ya DTP'ê agahî da û qala pîvanên berendamên ku dê ji bo şaredariyê serî li wan bidin kir.Demirtaş got ku yek ji pîvanan ew e ku divê li cihên bibin berendam gel ji wan hez bike û pîvaneke din jî zanîna bi kurdî ye, ger bi kurdî nizanibe divê teahut bike ku ewê hîn bibe.