Zinarê Xamo*
Di edebiyata kurmancî ya devkî, ya gelêrî de erotîzim li erşê ala ye, ilim jî memik, qirik û xala gerdenê zêde, zêde li pêş in, cî û mekanên tewafê ne.
Di dûrik û her kilameke dilan da memik, qirik û xala gerdenê bi maç û ramûsanan sor têr dibin, ji hal de dikevin.
Ez bawer nakim di edebiyata devkî, gelêrî ya miletekî din de erotîzmeke ew qasî zêde û di mistewayeke vê bilindiyê de hebe.
Di edebiyata kurdî ya gelêrî de sansura erotîzmê tune ye, azadiyeke bêsînor heye, civat li hemberî teşbîhên erotîk pir xweşbîn e, di kilaman de her kes bi hezkirin û bi tolerans li teşbîh û taswîrên erotîk guhdarî dike, kes xwe aciz nake, şerm nabîne.
Yekî pirsiye, gotiye "bi ya te sebeba vê yekî çi ye?"
Ji bo ku kurd ne dîndar in, ne fanatîk in, mirovên azad û lîberal in. Kultura ereban, tirkan û sansura dînî xwe negîhandibû gundan, nav gel.
Di van salên dawî de îslam, dîndariya fanatîk di nav kurdan de belav bû. Ev jî bi destê dewletê bû.
Ji bloga wî Hindik-Rindek hatiye girtin