logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Encamên Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn

Piştî festîvalê hin nivîsên erênî û neyînî li ser hatine nivîsandin. Hin kes ev bizav wek hewildaneke serkeftî nirxandin

  • Dîrok: 09/10/2010
  • Beş: Serbest

KNN/Almanya

Hin Dîtinên li ser Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn

Di rojên 2. û 3. Cotmehê de li Berlîn festîvaleke wêjeya Kurdî hat lidarxistin. Ev xebat ji aliyê Înstîtûta Kurdî li Almanya, Weşanên HAN, AWADANÎ, BÛN, Navenda Kurd li Berlîn, Komîteya Çand û Hûner ya KNK hatibû lidarxistin.

 Li gor afîşa festîvalê jî gelek karsaz û saziyên Kurdî jî piştgirî kiribûn.

Piştî festîvalê hin nivîsên erênî û neyînî li ser hatine nivîsandin. Hin kes ev bizav wek hewildaneke serkeftî nirxandin û hin kes jî rexne kirin.

Ji van nivîsan herî balkêş ya Helîm Yusifî bû: Wî, nivîsa xwe, wek  "notên nexweş" binav kiriye. Û di nivîsa wî de hin rexneyên îronîk jî hene. Her çi qas di nirxandina xwe de ketibe rewşa sûbjektîvîzmê jî, hin rexneyên xwe de jî mafdar e.

Ez wek kesek ji komîteya amadekar dixwezim bêyî kompleks û bi helwesteke objektîv vê bizavê binirxînim.

Ev proje ji aliyê xebatkarê saziya AVADANÎ û her wisa Navenda Kurd ya li Berlîn birêz Dilşad Sindî hat û berî salekê me pêkve li ser vê yekê hevdîtin kirin. Lê jiber hin sedeman sala par ev yek pêk nehat. Min û kek Dilşad Sindî jî, ji bo îsal ev proje xist ber xwe û dest bi amedeyiyan kir.

Berî çend mehan di Navenda Kurd li Berlîn civîneke berfireh hate lidarxistin. Gelek kes û nûnerên saziyan tê de amade bûn. Di dawiyê de biryara Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn hat wergirtin. Jibo vê jî komîteyeke amadekar hat bijartin. Ji AVADANÎ û Navenda Kurd Dilşad Sindî, Înstîtûa Kurdî Fehmî Balayî, saziya BÛN Kek Kamîran û ji Weşanên HAN jî Zeynel Abidîn ev erka amadekirina festîvalê hildan ser xwe.

Armanc di vê festîvalê de ew bû, ku ji bo xwendevanên Kurd  pirtûkên Kurdî bihêtin pêşkêş kirin, nivîskar û xwendevanên Kurd bihêtin lihevnasîn û di dawiya dawî de xizmeteke ji bo wêjeya Kurdî bihête pêkanîn û wêjeya Kurdî bi zaravên Kirmancî, Kurmancî û Soranî li gel hev bihête danasîn. Di vê armancê de serkeftin çi qas pêk hat, hemin ev yek mijara gengeşiyê ye:  Lê di du layan de serkeftineke mûtevazî hate bidestxistin. Yek ji van, du rojan ser hevdû bêyî ku pirtûkeke zimanê biyanî hebe, yanê bi tenê bi pirtûkên Kurdî pêşangehek hat lidarxistin û belkî yekemîn car xwendevanên Kurd ji pêşangeheke Kurdî bes bi bi kirîna pirtûkên Kurdî veqetiyan. Serkeftina din jî, di nav du rojan de, bi dehan nivîskaran ve  panel û xwendin yên li ser helbest, çîrok, roman, wêjeya zarokan, wêjeya Êzdiyan û pirsgirêkên  weşangeriyê hat sazkirin û pêkanîn. Û hemî rûnîştinan jî bi rêkûpêkî hate lidarxistin.

Her çi qas navên saziyan pir bihate xûyakirin jî, belkî yekemîn car festîvalekê, bêyî alîkariya partiyeke Kurd yan jî saziyeke dewletî  hatibû lidarxistin. Jiber vê yekê jî tevlîbûneke ji layê partiyên Kurd çênebû. Seranser kesayet, nivîskar û xwendevanên Kurd beşdarî vê festîvalê bûbûn. Û dîsa cîhê şanaziyê ye ku eleqeyeke mezin ya li ser pirtûkên Kurdî hebûn û li gor derfetê jî pirtûkên Kurdî û bi taybet pirtûken li ser dîrok û roman hatin firotan.  Yekemîn car di dezgeha me de pirtûkeke dîrok (Dîroka Împeratoriya Med) nema. Me bîst heb anîbûn û yek jê nema... Her wisa pirtûkên din jî wek wê bala xwendevanan kişand.

Di dawiyê de dikarim bêjim ev festîvale bi rewşeke mûtewazî lê bi hêviyeke mezin bi dawî bû ku salên pêş de wê bihête dîtin ku xurtir û berfirehtir festîvalên nû bihêtin kirin. Min û hevalên me yên komîteya amaedekar ji vê festîvalê hêviyeke mezin bi dest xist û em dê salên pêş me de bi hêzeke mezintir li pey bizavên wisa bikevin.

Gengeşiyên li ser mijaran jî gelek xurt bûn û bi demjimêran li ser wêjeya Kurd hat gengeşîkirin.

Kêmasiyên vê bizavê jî hemin gelek bûn:

Yek ji van (yên rexne dikin qet behsa vê yekê nakin) di festîvalê de zarava Kirmancî tunebû. Ev yek kêmasiyeke mezin bû.  Di vî warî de hem kêmasiya me hebû û hem jî helwesta hin nivîskarên Kirmancî  ne baş bû. Me bi navê Înstîtûta Kirmancî li Berlîn (Dimilkî: Ez peyva Zaza bikar nahînim û wî navî red dikim)  çend kes dawet kirin, lê ew bi israr nexwestin tevlî bibin û her wisa hevalên xwe jî agahdar nekirin. Vê helwesta wan bi rastî ne rast û ne dirûst bû, lê dîsa jî ev yek kêmasiya me ji holê ranake. Gelek kesayet û nivîskarên bi nirx yên ji wêjeya Kirmancî ya me ya delal  hene û me dikaribû ew agahdar kiribana. Lê em vê kêmasiyê cidî digrin û sala pêş de em dê tevlîbûneke xurt ya ji wêjeya Kirmancî de pêk bihînin.

Kêmasyieke din jî organîzekirina aboriyê bû. Me çend sponsor peyda kirin û wan jî soza alîkariyê dan. Lê derfeta sponsorên me ne zêde bûn û jiber vê jî derfet û hêza me ya ku berfirehtirkirina festîvalê nema. Pirsgirêka aboriyê ew qas mezin bû ku, di dawiya festîvalê de me nihêrî ku em nikarin kirêya salonê û her wisa heqê xwerin û vexwerinê bidin. Lê ez wisa texmîn dikim li gel hemî kêmasiyan, atmosfer û rewşa encama festîvalê ew qas jidil û dilsozane lê hatibû ku, ji nav xwendevanan Kurdekî dilsoz di dawiyê de destê xwe rakir û got, "Xeman nexwin, çi qas we divê, ewê perê ez dikarim bidim!" û da jî. Bi vî hevalê dilsoz pirsgirêka me ya dawî ya aboriyê jî hat çaresekirin. Ev bûyera dawî  jî em qanî kirin ku me karekî baş kiriye û divê em di pêşerojê de vê yekê pêş ve bibin...

Em dê wisa jî bikin.

Ew kesê dilsoz bi carekê ve, bi axiftinekê ve 1200 € diyariya wêjeya Kurd kir. Niha berpirsiyariya me mezintir bû, Ji niha de bihête zanîn ku 2. Festîvala Wêjeya Kurd li Berlîn zengîntir, xweşiktir di nav baxçeya zaravên xweşavaz yên Kurdiya me ya delal de  xwe bixemîlîne.

Em hemî rexneyan, heta neheq be jî, qebûl dikin, ser serê me û ser herdu çavên me. Yeqîn rexne xizmet e, alîkariya herî mezin e. Her çi qas di rexneyên birêz Helîm Yusifî de hin pêdaçûn hebin jî, em dê wan jî bigrin ber çav û xebata ayînde de rê nedin wan kêmasiyan.  Bila neheqî neke, ez jî tê de, me gelek kes romanên wî kirîn. Jiber ku romanivîsiya me hîna nehatiye asta cîhanê, kompleksên nivîskarên me ji yên cîhanê qat be qat zêdetir in û ev yek jî normal e. Kalîteya romanan çi qas bilind be, kompleksa  romannivîsan jî ew qas dadikeve.

Bi dubarekirina tiştekî dixwezim vê nivîsê bi dawî bikim. Li Awrûpa, heta ji bilî başûrê Kurdistanê, li hemî parçeyên welatê me yê bihişt de, cara yekemîn e, bêyî ku pirtûkeke Tirkî, Erebî û Farsî bihête firotan, xwendevanên Kurd pêşwaziya bi sedan çêşîd pirtûkên Kurdî kirin, ew kirîn û belkî niha nîvê şevê jî wan dixwînin...

Bi sedan kêmasiya me hebe jî, ma ji vê mezintir serkeftin çi ye?

Di vê yekê de mûtewazîtiyê nakim, bes di standa me de 145 çêşîd pirtûkên Kurdî hebûn... Ji  helbestên Şêrko Bêkes heta romanên Yaşar Kemal,  Hesenê Metê, Mehmed Uzun,  ji pirtûkên Ehmed Altan, Paulo Coelho, Xelîl Cibran, Anton Çexov,  ji dîwanên Cîgerxwîn , Osman Sebrî, Qedrî Can heta Ehmedê Nalbend û her wisa bi dehan nivîskar û helbestvanên gênc yên Kurd ziyafeteke pirtûkên wêjeyî yên Kurdiya me ya xweşawaz hate dayîn...

Bila rexne hebin, lê înkar û xistin ne karê nivîskarên Kurd be, bila yên dijmin be.

Xeman nexwin, ji warê xwedî dijminbûnê de em miletekî "zengîn" in...

 

Zeynel Abidîn Han

Endamê Komîteya Amedekar ya  1.Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn

***

Têbiniya Diyarnameyê: Ev nivîs di heman demê de wekî bersiva nivîskarê me Helîm Yûsiv dixuye loma me ji malpera KNN girt û em diweşînin. Em bêyî dest bidin zimanê nivîsê em vê nivîsê pêşkêşî we dikin.

Û ev jî nivîsa Helîm Yûsiv e: Ji “Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlînê” notên nexweş!


 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Iraq dixwaze dora Kampa Mexmûrê dorpêç bike

ad

Vaye hemû çalakiyên Fûara Pirtûkan a Amedê

ad

Ji Şêrzad Hesen vê carê 'Xewna Pîrepindan' hat

ad

'Vagona Reş' hat nîşandayîn

ad

Mîrza Ronî: Ji bo ziman mînaka Lîtvanyayê balkêş e

ad

Serokê HAK-PAR'a Amedê îstîfa kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname