QAMIŞLO
Hemleya dilxwazî ya civaka sivîl ku ji Kewçêra (Cotmeha) 2020’an de bi diruşma "Biskên Kesk" dest pê kiriye, berdewam e. Hemle ji bo zêdekirina rûberên kesk û şînkayî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
NAVÊ BISKÊN ZER JI KU TÊ?
Sedema navlêkirina vê hemleyê ya bi navê biskên kesk, vedigere rola jinan a pêşeng, beşdariya wê di qadên şer de û keda wê ya mezin di parastina xakê de. Her wiha sedema din jî ji ber biskên keçên êzidî yên ku bûne qurbanên DAIŞ’ê navê hemleya bû "Biskên Kesk".
3 MERHELE
Amadekirina hemleyê li ser 3 merheleyan pêk hat, merheleya yekemîn çandina tovan bû, merheleya duyemîn çandina bi rêya çiqilan bû û merheleya sêyemîn jî piştî amadebûna şitilan, belavkirina daran li ser herêman bû. Her wiha komîteya zanistî çavdêriyê li ser xebata vê hemleyê û merheleyên wê dike.
Dê darên cur bi cur bên çandin, mîna tirî, hejîr, tû, henar û hwd. Tê payîn ku fistiq di merheleya bê ya ji adarê de were çandin û hin darên ku bi tovan tên çandin, biçînin.
'DÊ BANDOREKE ERÊNÎ LI HERÊMÊ BIKE'
Çavdêrê li ser insiyatîfê û hemleyê ziwar Şêxo diyar kir ku hemleya "Biskên Kesk" dê bandoreke erênî li ser herêmê bike û wiha got: "Erêniyên vê hemleyê ji aliyê aborî ve gelek in. Ji ber dê cureyên zêde ji fêkiyan li herêmê dabîn bike û dê bedewbûnekê li herêmê çêke û bibe piştgiriya başbûna jînegeh û hawayê."
Şêxo diyar kir ku hemele heta bi çandina 4 mîlyon şitil berdewam e, her wiha însiyatîf jî ji tevahî saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên girîngiyê didin jînegehê vekiriye.
ZANÎNGEH JÎ BEŞDAR BÛ
Zanîngeha Rojava beşdarî hemleya "Biskên Kesk" bû, bi wê re jî rûbera parka zanîngehê çandin. Di hemleya çandina daran de, xwendekar û mamosteyên Desteya Fêrkirin û Perwerdê ya herêma Cizîrê beşdar bûn.
Tê payîn ku ev hemle di hefteya bê de derbasî herêmeke dîtir a Qamişlo bibe, da ku çandina 4 mîlyon şitil li Qamişlo temam bibe.
Tê texmînkirin ku ev hemle li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li gorî derfetên heyî, derbasdar be.
ANHA