Diyarname
Di bin sîwaneya Zanîngeha Şerq a li Reqayê de du peymangehên nû hatin vekirin. Yek jî Peymangeha Zimanê Kurdî ye ya din jî Peymangeha Endezyariya Ceyranê û Mekanîk e.
Zanîngeha Şerqê roja 27'ê sermaweza 2021'ê li Reqayê hatibû vekirin. Heta niha 10 beşên wê (Peymangeh û fakulte) hebûn, niha diduyên din li wan zêde kirin.
Îsal ji bo serdema nû ku vê payîzê dest pê dike du peymangeh lê zede kirin. Dema xwendina van peymangehan 2 sal in.
Berdevkê Komîteya Serlêdanên Zanîngehê û mamosteyê fakulteya aboriyê Kelah El Kelah ji bo ANHA'yê gotiye ku li gorî pêwîstiyên herêmê her du peymangeh hatine vekirin û tevahî pêkhateyên herêmê dikarin serlêdanê bikin.
El Kelah aşkera kir ku xwendekarên amadehî yên ku dibistanên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê qedandine dikarin qeydên xwe li her du peymangehan çêbikin.


