Diyarname
Partiyên kurdan ku li Amedê hatin ba hev, di dawiya hevdîtinê de deklerasyoneke eşkere kirin.
Nûnerên HDP, DBP, KCD, DDKD, PDK-T, PDK-Bakur, İnsan ve Ozgurluk Partisi (ÎOP), Tevgera Azadî, Partiya Azadî û KKP'ê 5'ê mehê li Amedê hatin bahev. Mijar yekîtiya neteweyî bû. Li ser vê yekê nîqaş kirin. 6'ê mehê jî li Amedê deklerasyonek pêşkêşî raya giştî kirin.
Tirkiya wê Hevseroka DBP'ê Saliha Aydenîz, tirkiya wê jî Serokê ÎOP'ê Mehmet Kamaç xwend.
Bi deklerasyonê ev 5 xal hatin parvekirin:
I- Sazkirina îtîfaqeke neteweyî li bakurê Kurdistanê;
II- Ji bo xwe bigihÎnin îtîfaqa neteweyî ya her demî xebatkirina di bin banê 'Xebata Îtîfaqa Kurdistanî" de;
III- Ji bo diyarkirina çarçoveya îtîfaqa neteweyî, xebata wê, rê û rêbazên wê rojên 18-19'ê rêbendana 2020'an komcivîneke du rojan bê sazkirin;
IV- Komîsyoneke ji pênc kesan pêk hatî vê komcivînê organîze bikin;
V- Hemû partî û tevgerên kurdistanî ku di vê xebata destpêkê ya îtîfaqa neteweyî de cih negirtine, derî ji bo wan vekiriye.