Amed
Li Amedê ji bo sivîlên ku li ber Parka Koşuyolu hatin kuştin "Abîdeya Mafê Jiyanê" hate vekirin.
Li Amedê di 2'yemîn salvegera êrîşa bombeyî ya Parka Koşuyolu pêk hat û 2 jê derguş, 7 zarok bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest dabû de, li cihê teqînê 'Abîdeya Mafê Jiyanê' hate danîn.
Di ser êrîşa bombeyî ku ji aliyê Tugaya Tolhildanê ya Tirk (TÎT) ve li Parka Koşuyolu ya Amedê pêk hat û di encamê de 2 jê derguş, 7 zarok bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest dabû re 2 sal derbas bûn, lê hîn jî kiryar nehatine dîtin. Di 2'yemîn salvegera êrîşê de, 'Abîdeya Mafê Jiyanê' ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li cihê teqînê ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane hatiye çêkirin, bi merasîmekê hate vekirin. Parlamentera DTP'ê ya Amedê Gulten Kişanak, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay, Berdevkê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Ayhan Bîlgen, Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Îsmaîl Boyraz, Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Omer Faruk Gergeroglu, Serokê Weqfa 78'iyan Celalettîn Can, Cîgirê Serokê Rêxistina Efûya Navneteweyî Recep Kavuş, Parlamenterê AKP'ê yê Amedê Kutbettîn Arzu, Endamê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DTP'ê Senanîk Oner, Parlamenterê berê yê DEP'ê Selîm Sadak, Serokê Baroya Amedê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Mehmet Kaya, Cîgira Serokê Giştî ya ÎHD'ê Reyhan Yalçindag, nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, muxtar û bi sedan kes beşdar bûn.
'Yên çûn can bûn, yên çûn pêşeroja me bûn'
Merasîma li ber 'Abîdeya Mafê Jiyanê' bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ku li vir axaftinek kir, bibîr xist ku wan ji bo cenazeyek din neyê Amedê, cenaze neçin çar aliyên Tirkiyeyê, bi rêveberên DTP'ê re di rezbera 2006'an de li Enqereyê ji bo bêdengkirina çekan bangek kiriye û wiha dom kir: "Hîn di ser vê banga me de 24 saet derbas nebibûn, bombeyek teqiya, tam li vir... Bombeyê bedenên Mizgînan, Evînan, Şîlanan û dilên me parçe kirin." Baydemîr ku axaftinek helbestî kir wiha dom kir:
"Vaye Mîzgîn, Evîn, Ugur, Şîlan, Melel, Ferhat.../ Hinek ji wan hîn derguş bû, ji devê wan mijmijok, memik diket/, hinekan dema 13 gule xwarin hîn 12 salî bûn/ Yekî/e din dema li pey pêşerojê baz dida, hîn xwendekar bû/ Enes ê li pêşiya min ket, hîn di 9 saliya xwe de bû/ Yên çûn can bûn, yên pêşeroj bûn, pêşeroja me bûn..."
Baydemîr, bibîr xist ku helbestvanekî ji bo aştiyê binavkirina wekî "Tişta ku dayîk û zarokan dîtiye xeyal e" kiriye û wiha berdewam kir: "Me di vî şerî de dayîk, zarok û ciwanên ku xeyalên aştiyê dikirin winda kirin. Ev 30 sal e em vê êşê dijîn... Em li hemberî van hemûyan bi înat banga xwe ya aştiyê di her fersendê de dubare dikin."
Şaredar Baydemîr ku got, "Pîmê tê kişandin, tetîka tê kişandin hem li yê li pêşiya lûliyê dixe hem jî li yê li pişt lûliyê dixe, em di zanin" ev tişt gotin: "Me ev abîde ji bo hesta tolhildanê na, ji bo bîranîna kesên xeyala aştiyê dibînin, ji bo yên herî ciwan, yên herî zarok û sivîlan çêkir. Wekî wêneyek me dîwarê mala xwe ve daliqandî ye... Ji bo jibîr nekin, nedin jibîrkirin, bînin bîra xwe... Ji bo ku banga xwe ya aştî, demokrasî û aştiyê dubare bikin me çêkir. Ji bo ku bajarê xwe yê ku em lê hatine dinê, lê mezin bûne û dema em mirin jî di hembêza wî de hatin definkirin bikin hevparê vê banga xwe me ev abîde çêkir. Baydemîr, axaftina xwe bi gotina, "Bi hêviya ku êşên kesên xeyala aştiyê dibînin bi dawî bibe" bi dawî kir.
'Hûn ji derxistina holê ya kiryaran berpirsyar in'
Parlamentera DTP'ê Gulten Kişanak jî, diyar kir ku tu miletan ev qas êş nedîtine û wiha dom kir: "Ev êş, ev lîstikên qirêjî, an bi tîlmata otorîteya siyasî, an bi erêkirina wan an jî qet nebe bi agahiya wan pêk hatiye." Kişanak, bang li otorîteyên siyasî kir û wiha got: "Hûn ji bo mirovên vî welatî deyndar in. Ji bo ronîkirina bûyerên tarî yên li vî welatî û derxistina holê ya kiryaran, hûn berpirsyar in." Kişanak, derbirî ku beriya 12'ê rezberê û piştre jî, haya otorîteyên siyasî ji bûyerên tarî hebûye û wiha got: "Piştî ev agahî bi raya giştî re hatin parvekirin, wê bûyerên tarî bihatana ronîkirin. Ergenekon jî, venediguherî pêvajoyek bi aloz."
Axaftinên din ên di merasîmê de hatine kirin jî wiha ne:
Berdevkê Meclîsa Aştiya Tirkiyeyê Ayhan Bîlgen: Bêgulan mafê jiyanê nayê nîqaşkirin. Mafekî ku bêyî "lê", "bes"an, divê wekî mifteya her tiştî bê dîtin e. Em dikarin bêjin ku mirov bi dîroka xwe dijîn, mirov bi zimanên xwe dijîn, mirov bi daristanên xwe, derdora xwe dijîn. Bêguman îro êşa me têkildarî windakirina zarokên me ye, lê ji bo jiyandina Heskîfê, pêşiya hilweşandina wan bigirin, wan bidin jiyandin, em mecbûrin ku ziman û çanda xwe bi parêzin.
'Tirkiye dê biba welatê abîdeyan'
Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Yavuz Onen: Ji ber ku kesên li vê derê jiyana xwe ji dest dane, bi navên wan dane jiyandin, ji Şaredarê Bajarê Mezin spas dikim. Li Tirkiyeyê gelek can hatin windakirin. Bila ji niha û pê de canên me neyên windakirin. Li pêşiya hemî zarok, jin û kesên pîr ku ti teqînan de jiyana xwe ji dest dane, bi hurmet bejna xwe di tewînim. Bê guman heke beriya her teqînekê abîdeyek bihata çêkirin, dê Tirkiye bibûya welatê abîdeyan.
Em dibêjin, bila êdî ev bidawî bibin. Ji bo sazkirina aştiyê, hêvî dikim ku pêngav di zûtirîn demê de bêne avêtin. Em ve yekê ji dewletê hêvî dikin, ji aliyan hêvî dikin.
'Bombe ji jiyana me gelek tiştan dibin'
Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Îsmaîl Boyraz: ÎHD ji roja hatiye avakirin û heta niha, çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd di parêze. Çima vê di parêze, ji bo ku ev mirin çênebin, ev êş neyên jiyandin. Her roj bombeyên nû, ji jiyana me gelek tiştan dibin. ÎHD ji ber vê yekê aştiyê, daxwazên maf û azadiyê yên gelê kurd di parêze. Gelê kurd destê aştiyê dirêj dike. Dibêje bila leşker û milîtan, tu kes nemire. Ji ber vê yekê divê ev daxwaza gelê kurd ji aliyê dewletê ve bê dîtin. Divê yên ku pirsgirêka kurd tenê hewaleyî çareseriya leşkerî dikin, van êşan bibînin.
'Darbe ji aştiyê re xizmetê nake'
Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Omer Faruk Gergeroglu: Îro di heman demê de salvegera 12'ê Îlonê de. 12'ê îlonê navê darbeyekê ye. Li Tirkiyeyê gelek darbe hene. Darbe tê wateya pêkûtiyan, teqîna bombeyek li vir, tê wateya ku pirsgirêkan bi pêkûtiyan çareser dikin. Dîroka Tirkiyeyê, dîroka darbeyan, pêkûtiyan e. Îro dema 12'ê Îlonê tê gotin, heke herî zêde Girtîgeha Amedê bê hişê mirov a û dema ew tê bibîranîn, dojeha Amedê bê hişê mirov, divê ev bê zanîn ku darbe tu caran ji aştiyê re xizmetê nakin, ji feraseta dewleta tarî re xizmetê dikin. Divê makezagonek ku hemû kesî keyfxweş dike, bê amadekirin.
'Divê Tirkiye bi 12'ê Rezberê re bê rû bi rû'
Serokê Weqfa 78'iyan Celalettîn Can: 12'ê Îlonê pêşiya pêvajoyek ku li Tirkiyeyê civak hêdî hêdî derdiket kolanan, di nava lêgerîna azadiyê de bû, zanîna welatîbûnê pêşve diçû, girt. Heke tank carekê di ser Tirkiyeyê re derbas bibin, di ser erdnîgariya Kurd, di ser Amedê re 2 caran derbas bûne. Ev bûyerên hanê jî îspat dikin ku 12'ê Îlonê bi hemû qalibên raman û helwestan, tankan û çekên xwe li Amedê didome. Li gorî min, heke Tirkiye bikare bi pirsgirêka kurd, bi 12'ê Îlonê re rû bi rû bibe, emê birînên xwe derman bikin.
Cîgirê Serokê Rêxistina Efûya Navneteweyî Recep Kavuş: Li gel dema di ser re derbas bûye jî, di rûyê mirovên me de xuya dike ku hîn jî êşa di dilê wan de didome. Abîdeya li vir, îspat dike ku şaredarê me ji kevneşopiya têkoşîna mafên mirovan tê.
Malbatan Baydemîr hembêz kir û giriyan
Piştî axaftinan hemû beşdaran perdeya li ser Abîdeya Mafê Mirovan rakir û bifdankên li pişt abîdeyê firandin. Dayika Hasan Marangoz ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da Gulîstan Marangoz, Baydemîr hembêz kir ji ber abîdeyê hatiye çêkirin spas kir û giriya. Dayika Rohilat Aslan Remziye û bavê Mehmet Aslan jî qurnefîl danîn ber dîwarê ku teqîn lê çêbîbû û dua kirin.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


