Amûdê
Komîteya Çalakiyan a Rêveberiya Dibistanan a navçeya Amûdê tûrnûvaya pîng pongê li ser asta dibistanên navînî û amadehî li dar xist.
Turnuva li hola dibistana Tîrêz a keçan li dar ket. Di tûnûvayê de 16 xwendekarên ji qonaxên navînî û amadehî beşdar bûn.
Der barê armanca tûrnûvayê de rêveberê Komîteya Organîzeker Aldar Osman ji bo ANHA'yê got: "Em hewl didin bi rêya çalakiyên xwe destekê bidin behreyên werzîşê yên xwendekarên me."
Xwendekara beşdar Sîdar Hesen axivî û wiha got: "Ev çalakî ji bo me girîng in. Li kêleka pêşxistina behreyên werzîşê ew ji me re atmosfera rikberiyê jî peyda dikin."
Xwendekar Hêlz Xelîl a ji dibistana Bedîi Xilo ya navînî ji nav keçan a yekemîn derket. Ehmed Elî jî ji nav xortan ê yekemîn derket. Di dawiyê de serkeftiyên yekemîn hatin xelatkirin.