Amed
Temaşevanên Amedsporê îro di maçê de ji bo Sirri Sureyya Onder fotoyeke mezin ku li ser "Îsheq Baba bêmirin e" nivîsandibûn vekirin.
Temaşevanan ligel vê, kincên reş li xwe kirin û hatin stadê.
Li aliyê din lîstikvanên Amedsporê jî bi pankarta li ser "Tu yê di dilê me de bijî Kek Sirî" derketin sehayê.
Ji bo yên meraq dikin:
Îro maça Amedspor û Adanasporê hebû. Di maça li Amedê de Amedspor bi 4-0 bi ser ket.


