Li peravên torê torên evînê
Dilþêr Bêwar
Romana bi navê “Li Peravên Torê Torên Evînê’’ pirtûka yekem a nivîskara jin Çidem BARAN’ê ye. Roman, ji 120 rûpelan pêk tê û di sala 2011’an de, ji Weþanên Ronahî derçûye. Mijara romanê, jiyana serokeþîra gundê Dêwan, Pêrûza Dêwanî û nakokiyên jiyana gundiyan û evîna Wensa û Salih û ‘Beko’tiya destbirakê Salih, Emero, vedibêje. Þeþ rûpelên destpêkê, di nava xwedubarekirinê de her diçerixe. Ez ê hewil bidim, þaþiyên ku hatine kirin destnîþan bikim û paþê wekî xwînerekî kurmancî, valahiyên di nava pirtûkê de xwe dane der, binivisinim.
Rûpel 16, rêzika 6’an: “Ava ku pê cil diþûþtin ango arava van cilên xwe didan ajalên xwe”
Arav; ava bi sabûn e, ji bo sewalan zirar e. Tu gundî arava cilan nade sewalan. Ma sabûn, torsêl û hwd ne di xwe de kîmyasalan dihebine.
Rûp 17, rêzika duyem: “Wê gavê birînên wê yên qûmuþgirtî diqeliþîn, xwîn bêhemdê wê ji birînên wê diherikîn ser dilê wê….”
Birîn ji xwe qelaþtiye, qemûkgirtiye, ji nû ve naqeliþe. Tenê xwîn dibe, dieciqe.
Rûp19, rêzika13’yan: “Her ku di nava salan de diçûn reha wan jî dirêj dibû û diket devê wan”.
Simbêlên mirov dikevin devê mirov, ne reh (rî, rû). Reha mirov dikeve ser dil, zik.
Heman rûpel, paragrafa duyem… “Ehmedê Birahîm, Eliyê Hêvik, Hesenê Siltanê, Hecîkê Mehmûd, Mehmûdê Þero, Silêmanê Yûsif, Hesenê Þêxmûs mexelê xwe mîna her tim xweþ kiribûn.”
Vebêj, ango çîrokbêj, nivîskar e. Nivîskar, heqaretê li qereqterên xwe -li gundiyan- dike, wan diþibîne sewalan. .Mexel: Sewal mexel dibin ne însan. Mexel ango sewalên veketine.
Rûp25, rêzika 8 an: Sitiyê wê rojê xwe li ber wê berfa dijwar negirtibû û giyanê xwe ji dest dabû. Sitî: navê kera çerçî-etar- yê bi navê Qoro ye. Çîrokbêj, dîsa nivîskar e. Însan jiyana xwe ji dest didin ne sewal. Nivîskar dixwaze bi me bide fêmkirin ku Qoro yê çerçî ji jina xwe bêhtir ji kera xwe hez dike. Ne Qoro lê nivîskar dibêje Sitiyê jiyana xwe ji dest daye.
Rûp34, paragrafa duyem, rêzika 4 an: Birahîm ji Salih dipirse: Di serê me de sed pirs diçin û tên. Gelo berazan dehf li te dan tu bi ber jêra newalê ve xindirî? Gelo hirçeke teredînî leqayî te hat û bi hovîtiya xwe ew ecêbmayin anî serê te? Ew karên hemeqî karên hirça ne. Nivîskar di vir de peyvên tirredîn kiriye. Madem sed pirs di serê qerqter de diçin û tên, îja çilo zane ku wî karê ehmeqî karê hirçan e? Piþtî ku Birahîm bûyerê ji devê Salih hîn dibe, di rûpelê 41 ê, rêzika 4 an de, dîsa bi xwe bersîva wan pirsên xwe dide:.Laþê te mîna diwarekî seyandî bi keviran hatibû dorpêçkirin û laþê te mîna cehê ku bikeve ber devê çekçeqoka aþ hatibû pelixandin… Heman rûpel, paragrafa duyem: Kirîvê Saliho ma kes heye ku para xwe ji wê elbê nehilgirtibe? Kirîvê Salih, ne Saliho ye, denglêkirin þaþe. Ji elbê tê hilçinandin ne tê hilgirtin.
Di rûpelê 47 an de, nivîskarê bi vegotina xwe, agirekî gurr di dilê Salih de dadide, lê piþtî çend kêliyan, Salih derewa vebêj eþkere dike. Di rûpelê 48 an, rêzika 5 an de dibêje: Ey roj zû derkeve dilê min î mîna ava Çiyayê Qereþê cemidî germ bike û qeþaya dilê min bihelîne.
Rûpel 51, rêzika 9 an: Qoro yê çerçî, ji Salih re dibêje. Binêre Sitiyê jî bêriya te kiriye. Sitiya me ya ku miribû -pardon jiyana xwe ji dest dabû- waye xuliqî ye. Nivîskarê xwe ji bîr kiriye. Di rûpelê 68 an de, xelkê gundê Torê, tev çûne serxweþiya kera Pêrûza Dêwanî, ev jî sosreteke nedîtî ye. Gundî û serekeþîr ewqas jî exmeq in qey?
Rûpel 52, rêza yekem: Xanima min, Salihê Rehîma serê kera min þikand û kengê ez bêm gund zarokên gund teva tomar dike û ji min re dibêjin Qoro! Qoro! Qoro!.. Maþalleh kurdan dest bi tomarkirina zarokan jî kirine. Êdî em ji xwe re li ber qompîtur’an rûnin û zarokan tomar bikin, dinyayê tev de bikin Kurd û Kurdîstanî. TOMAR: Qeydkirin. Di vê navberê de, Sitiya me gihîþt xwe û bû ker, bi destê xwediyê xwe.
Rûpel 62, rêzika yekem: Xwiþkeke wî li gundê Bamizrût zewicibû. Her ku diçû serek dida xwîþka xwe bê mala Pêrûza Dêwanî venedigeriya. Niviskar, navê gundan tevlihev kiriye. Pêrûza Dêwanî, li gundê Dêwan rûdine. Lê xwîþka mêvanê me, li gundê Bamizrût’ê li mêr e. Çawa dibe, mêvanê me bê yî ku gundan biguhere, ji malekê diçe mala din!
Rûpel 88, paragrafa dawî rêzika duyem: Salih ji deya xwe ya ku ketibû ser kalaxê qumaþekî hîzar û nexþ çêdikirin re got. Kelax; ji bo sewala ku ji ber nexweþiyê zeyif ketî bû ye hestî û çerm têgotin.
Encam: Zimanê nivîkar, sade û hêrikbar e; bi biwêjan têr û tije ye. Xwezî zimanê çîrokbêj -ango vebêj- ji zimanê qereqteran cûdatir û bêhtir hûnandî bûya. Zimanê dîwan û civata gundan, qels dimîne gelek caran. Carna di civatên gundan de zimanek ewqas bilind û hûnandî tê bikaranin, ez bawerim hê gelek niviskarên me xwe negihîþtine wê radeyê. Gundî, tev de nezan û neyarên hev in di romanê de; heta melayên wan jî nezan in. Nivîskar hewil dide ku nûjeniya serokeþira jin þanî me bide -ango ji mêrên dilhiþk û gawir, veqetîne-. Serokeþîra me, heta bi kullekên gundiyan re mijûl e. Lê dema dor tê keça wê, ji bo zewacê, hîç hewce nabîne ku ji keça xwe bipirse, bê ka dixwazî bizewicî an na. Nivîskar, serokeþîrê diþibîne hîvê, wê sersariya wê ya heyatî, jê re dike qisûrek biçûk û ew qisûr jî, dibe sedemê xwexendiqandina keça wê, Wesna yê; ji ber wê êþa trajedik, Pêrûza dêwanî, 7 salan bawî dimîne -nikare ji erdê rabe- heta dimire. Em di pirtûkê de pê dihesin ku serokeþîra nûjen, berdilkê (hê qîz e) xwe yê Ermen, ji ber dexesî û nezaniya eþîretan, bi awayekî trajîk wenda dike; bê yî ku bigihîjin hev. Dûrre mêrê xwe Eliyê Mûsa, -stûna eþîra Dêwan- bi gulleyeke ku kes nizane ji ku hatiye, wenda dike. Ango Pêrûza Dêwanî, bi êþa dil hatiye sotin; lê ew keçika ji berdilkê wê jê re emanet maye, hîç ne li ser bala wê ye. Serokeþîra me, daw û dozan digerîne; çi li kê, di kîjan gundî de qewimî, xwe diavêjin ber derê wê. Ewqas demoqrat e ku keçên xwe dide mêrên xizan. Keç û xortên hevdu direvînin xwe diavêjin bextê wê. Lê çavên wê keça wê (ya bi qewlê nivîskar heft roj û heft þevan digrî çav li xwe dike tasa xwînê) nabîne. Di daweta qîza xwe de, serê kêliyê kincan diguhere, ji kêfan nizane bê çi bike; lê nayê heþê wê ku dîsa ji qîza xwe bipirse. Li gor min valahiyeke berbiçav jî ev e, ku hîç nivîskar lê hay nebûye; Marogê ku Salih ji mirinê xelas kiriye, bi mehan di mala xwe de tedawî dike, lê roja Salih êdî dixwaze berê xwe bide Wensa ya berdilê xwe û gundê xwe, wî bi tena serê xwe dike rê û diþîne mala wî; bi wî halê kulek. Ma kê bihîstiye mirov mêvanê xwe yê ji mirinê filitî û hê baþ nikare bimeþe, bi tena serê xwe, bi peyatî bike rê! Tew neyarekî wî jî hebe. Hîç behsa malbata Emero nayê kirin; bav û diya wî kîne, çawa ne! Kê Wensa ji Emero re xwest û bi çi halî xwest? Wensa ya di þeva deweta xwe de digirî û dilorîne, gelo çima qet li ber xwe neda, hîç ji wê zewacê re deng nekir? Ev jî kêmasiyeke li gor min. Niha hinek ji we wê bêjin, ê bavê mino, te jî wek dozgerê tirk qelem girtiye destê xwe û bi nava rûpelan ketiyî. Li gor min êdî dem hatiye em xwînêrên kurmancî serê pênûsên xwe tûj bikin û kêmasî, an baþiyên berheman binivîsînin. Ev êdî deynê me xwînêran e; em mejbûr in ku binivîsînin,da ku nivîskarên me jî roj bi roj asoyê zimanê me bibiriqînin.Kêmasî, an jî þaþiyên (li gor min) min li jor destnîþan kirin, kêmasiyên ciddî ne ji bo edebiyata me. Xwezî berî ku pirtûk derbiçûya, nivîskar bixwe çend caran di ber çavan re derbas bikira, an jî berhema xwe ji çend nivîskaran re biþanda, da ku ew kêmasiyên serrastkirina wan mumkûn bûn, serrast bikirana û me jî çêj’ek ji pirtûkê bistenda. Kêmasiyeke duyem jî, a weþanxanê ye. Gelo hîç ji bo redakteyê di ber çavan re derbas nekirin. Hîç li nivîskar venegeriyan, negotin di van deran de kêmasî û qelsî hene? Ma em ne di serdema teknolojik de dijîn? Ma xwe gîhandina nivîskar û weþanxaneyê ewqas zehmet e gelo? Hîç behsa rastnivîsê nakim; ew jî mijareke din e.
Bi hêviya berhemên nû.