Amed
Pirs ev e: Gelo kurdî serbest e, yan li hin deran serbest e û li hin deran qedexe ye?
Serokwezîr Recep Tayip Erdogan di 3'ê rezberê de li Amedê pesnê xwe da û got kurdî û weşanên kurdî serbest in, lê rayedarên Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pirtûkên kurdî ên bi bandrol naxe hundir.
Li aliyê din 59 girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê, ji ber 3 mehan ji faliyetan hatin menkirin îtîraz kirin.
Girtiyan, bi komên ji 9 kesan pêktên li Adliyeya Edeneyê îfade dan. Hemû koman bi zimanê dayîkê parastina xwe kirin lê koma herî dawî ya di 31'ê gelawêjê de derkete dadgehê ji bo ku kurdî parastinê bikin hatin astengkirin. Dadgehê nehişt girtî bi kurdî parastinê bikin, cezayê dîsîplînê bikar anî û ji bo her girtiyekî ji 100 TL cezaya pere ya wergerê birî.
Pirtûkên bi bandrol nakevin hundir
Li Tirkiyeyê her çiqas hikûmet û rayedarên dewletê li ser kurdî propaganda bikin jî dîsa bi ceza û pêkanînên li dijî kurdî û weşanên kurdî xuya dibe ku kurdî di rastiyê û fermiyetê de qedexe ye. Her çiqas Serokwezîr Tayyip Erdogan di 3'ê rezberê, di mîtînga Amedê de bi TRT-6 û weşanên kurdî pesnê xwe da û angaşt kir ku kurdî serbest e jî, bi girtina Rojnameya Azadiya Welat, Rojev û hilnegirtina pirtûk û rojnamêyên kurdî yên Girtîgeha Tîpa E ya Amedê rastî baştir zelal bû. Herî dawî çend roj berê girtiyê bi navê Sebahattîn Sumelî yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, ji bo xwendinê çend pirtûkên kurdî ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hatine çapkirin şandin girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Pirtûkên ku Girtî Sebahattîn Sumelî li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, ji girtiya bi navê Sevcan Atak a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî re şand, rastî astengiya rayedarên Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hatin. Piştî malbata Atak di hevdîtinê de çûn dîtina keça xwe Sevcan Atak fêr bûn ku hemû weşanên kurdî li ser wan hatine qedexekirin.
'Vir Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ye, naşibe girtîgehên din'
Sevcan Atak, bi riya malbata xwe binpêkirinên rayedarên Girtigeha Tîpa E ya Amedê yên kêfî vegotin û wiha got: "Hevalê min Sebahattîn Sumelî pirtûka Samî Tan a bi navê Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî, pirtûka Ceto Ozel a bi navê Kurdiya Nûjen, kovara W, kovara Rewşen, Kurdiya Hêsa û pirtûka Deham Ebdullah a bi navê Ciwan ku ji aliyê Estîtuya Kurdî ya Amedê ve hatibûn çapkirin ji min re şandin. Lê belê rayedarên girtîgehê bi awayekî kêfî desteser kirin. Dema me sedema wê pirsî rayedarên girtîgehê gotin 'Vir Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ye. Naşibe tu girtîgehen din'."
Atak, da zanîn ku li gel qedexeyên kurdî bi devkî jî rastî nehiqiyan tên û zextên li dijî wan zêde ne.
Dadgehê ji bo parastina kurdî 100 TL ceza birî
59 girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê, ji ber 3 mehan ji faliyetan hatin menkirin îtîraz kirin. Girtiyan, bi komên ji 9 kesan pêktên li Adliyeya Edeneyê îfade dan. Hemû koman bi zimanê dayîkê parastina xwe kirin lê koma herî dawi ya di 31'ê tebaxê de derketî dadgehê ji bo ku kurdî parastinê bikin hatin astengkirin. Dadgeha nehiştin girtî bi kurdî parastinê bikin cezayê dîsîplînê bikaranî û ji bo her girtiyekî ji 100 TL. cezayê pere yê wergerê birî.
**
Ev nûçe ji DÎHA'yê hatine girtin