Diyarname
Ji fîlmên vê hefteyê ketin vîzyonên fîlmê derhênerê navdar Quentin Tarantino "Once Upon a Time in Hollywood / Zemanekî li Hollywoodê" derdikeve pêş. Fîlm ligel mijara xwe bi lîstikvanên xwe yên navdar jî li pêş e: Leonardo DiCaprio, Brad Pitt, Margot Robbie, Kurt Russel, Timothy Alyphant, Dakota Fanning, Luke Perry, Margaret Qualley, Al Pacino têde dilîzin.
Fîlm îsal li Tirkiyeyê yekemîn car di 38'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de hat nîşandayîn. Di fîlm de şîdet jî, erotîmz, xwîn û komedî jî heye. Fîlmê ku bi diyalogên taybet ên derhêner Tarantino tije ye ji aliyê gelek rexnegiran ve hat rexnekirin. Hinan jê hez dikir, hinan na. Û bi dema xwe ya dirêj, yanê 2 saet û 40 deqîqe jî bû sedema gotegotan.
Tarantino temaşevanan dibe sala 1969'an a Hollywoodê. Navdarê televîzyonê Rick Dalton û dublorê wî Cliff Booth di nav ensdustriya fîlmê ku êdî karê wan zehmet e dikin ku rêya xwe bidomînin. Tarantiro bi ser wan re berê kameraya xwe dide serdemek.
Ev nehemîn fîlmê Quentin Tarantino ye ku bi kadroyek berfireh li pêşberî temaşevanan e. Fîlm yekemîn car li 72'yemîn Festîvala Fîlman a Cannesê hat nîşandayîn û li Amerîkayê dema ket vîzyonê jî di hefteya pêşî de 40.3 mîlyon dolar bi dest xist ku ev yek di nav fîlmên Tarantino de rekorek bû.
Ligel vî fîlmê vê hefteyê 9 fîlm dikevin vîzyonê ku ji van yek jê ji Tirkiyeyê (Sar Başa) ye. Didu jî anîmasyon in: "Penguin Rescue" (Rizgarkirina Penguen", "Jurassic Park" (Parka Jurassic)
Vane hemû fîlmên ku ketine vîzyonê:
- Angel Has Fallan / Derhêner Ric Roman Waugh
- Scary Stories to Tell in the Dark / Derhêner Adre Ovredal
- Adopt a Dady / Derhêner Xavier de Choudens
- Framed / Derhêner Marc Martinez
- Once Upon a Time in Hollywood / Derhêner Quentin Tarantino
- The Luring / Derhêner Cristopher Wells
- Pencuin Rescue / Derhêner Evan Tramel / Anîmasyon
- Jurassic Bark / Derhêner Jason Wright
- Sar başa / Derhêner Berk Alan
Fragraman "Once Upon a Time in Hollywood":