Stenbol
Vê sibê di dema ayînê de êrîşê Dêra Santa MAria ya li Sariyera Stenbola Tirkiyeyê kirin. Kesek hat kuştin.
Li gor agahiyên ku Walîtiya Stenbolê belav kirin du kesên rûpêçandî êrîşê dêrê kirine. Di dema ayîne de bi çek êrîş kirine ku kesekî ku gule bera serê wî dane hatiye kuştin.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê bi ser X'ê re agahî belav kir û got ku di bûyerê de kesek bi navê C.T. canê xwe ji dest daye.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye dest pê kirin.


