Diyarname
Piştî ku Elon Muskî twitter kirî dest bi guhartinan kir, vê carê jî logoya wê guhart. Logoya twitterê ku çivîk bû, guhart kir kûçik.
Ev kûçikê ku kirine logoya twitterê sembola pereyên krîpto Dogecoin e.
Duh buhayê krîptoyên Dogecoin bi 0,76 dihat firotin, lê piştî logoya twitterê guhart, buhayê wê bi sedî 20 zêdetir bû û bi 0,9 hat firotin.
Piştî guhartinê Muskî got ku berî twitterê bikire soz dabû bikarhênerek û bi vê yekê soza xwe aniye cih.
Li ser doza Dogecoin hin nûçeyên nû hatin vekirin, ev guherîna logoyê piştî van nûçeyan çêbû. Kesên ku der barê Dogecoin de doz vekiribûn îdîa dikirin ku Muskî bi twitên ku belav kirine ew xistine zirarê.
Doz 8'ê gulana 2021'ê dest pê kiribû. Wê çaxê Muskî li ser Dogecoin gelek twit avêtibûn û bi vê re buhayê wê derketibû 0,73'yan. Yên ku razemenî dikir bi vê buhayê Dogecoin kiribûn û paşê dor sedî 90 zirar kiribûn. Dozê jî bi vî awayî dest pe kiribû.
Hefteya borî Reutersê nûçeyeke belav kiribû û gotibû ku Musk dixwaze doz betal bibe. Doz beramberî 258 mîlyar dolarî ye.


