Diyarname
Huda-Par ku ji lîsteya AKP'ê ketibû hilbijartinê 4 berendamên wan hebûn, 3'ê jê bi ser ketin.
Va ne ew mebûsên Hud-Parê:
- Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu ji Herêma 3'yemîn a Stenbolê di rêza 4'an de hat hilbijartin.
- Sekreterê Giştî yê Huda-Parê Şehzade Demir ji Entabê di rêza 6'an de bû, hat hilbijartin
- Serokê Huda-Para Amedê Faruk Dinç ji Mêrsînê di rêza 4'emîn de bû, hat hilbijartin.
Wekî berendamê 4'emîn ji ser navê Huda-Parê di lîsteyên AKP'ê de Serkan Ramanli hebû. Ramanli ku berdevê partiyê bû ji Batmanê di rêza duyemîn de bû. Li Batmanê ji 5 mebûsan 4 jê Yeşîl Sol Partî girtin, AKP'ê yek bi dest xist, loma jî Ramanli nehat hilbijartin.