Diyarname
Pirtûka İsmail Dindar a çîrokan bi navê “Kewên Birçî” ji Weşanên Avestayê derket.
İsmail Dindar ku heta niha di gelek kovar û rojnameyan de bi navê Behlûl Zelal nivîs nivîsandibû û pirtûka wî ya yekem bi navê “Hemû demsal payîz in” (Weşanên Belkî, 2007) derketibû êdî bi navê xwe yê İsmail Dindar dinivîse. Û bi vî navî pirtûka wî ya çîrokan ji Weşanên Avestayê derket.
Di pirtûkê de çîrokên bi navê Dengê kewan jî nema, Tirs, Xalê Mihê, Heke ez jî bêm kuştin, Payîza dilê min, Min nizanibû li vê dinyayê jî bihuşt heye, Qablo, Kewên Birçî, Mohra Mirinê, Qedera qederê, Bila biçe û venegere, Ax lawo, Bavê min girtî ye, Şîva miriyan, Ez qwîzcî me, Qenepe hene.
Ji çîroka bi navê “Kewên Birçî” ku navê xwe li pirtûkê jî kiriye parçeyeke:
Zivistan... Ku zivistan dihat, weke kirasê bûkê, dar-daristan, rez û zevî, çiya û newal seranser spî dibûn. Hesreta çukan, teyr û tilûran mistek reşahî bû. Piştî barîna berfê, xort û zilamên gund derdiketin nêçîra kewan. Em zarok li hêviya mezinan diman. Me bi bayê bezê xwe diavête turikên bav, bira û apên xwe. Bi lez me kewên di turikan de dihijmartin. Dema diya min kew dipirtikandin min jê dipirsî:
“Dayê, bê tiving, kew çawan têne girtin?”
“Lawo, kew di berfê de nikarin bifirin.”
“Çima di berfê de nikarin bifirin?”
“Ku berf dibare, kew tiştekî xwarinê peyda nakin. Birçî dimînin. Ku birçî dibin, hêz di wan de namîne û êdî nikarin bifirin.”
“Bavê min jî wan bi destan digre, ne wisa ye dayê?”
“Erê lawê min, wisa ye, bi destan digrin, kewên birçî nikarin bifirin. Ma tenê kewên birçî ji qerem dikevin? Hemû ajal wisa ne. Mirov jî wisa ne. Ku mirov jî birçî dimînin, ji dest û piyan dikevin. Xwedê tu kesî tî û birçî nehêle.”
“Kewên birçî, nikarin bifirin. Kew, kewên birçî... Birçîbûn...” Û ligel ku ez gelekî birçî bûm jî, min goştê wan kewan nedixwar. Goştê kewên birçî...
Kewên birçî / İsmail Dindar / Çîrok / Weşanên Avesta / 100 rûpel