Diyarname
Dewleta Îranê ji ber dersa bi kurdî cezayê hepsê li mamosteyeke kurdî birî. Mamoste Zara Mihemedî li rojhilatê Kurdistanê dersa kurdî dida zorokên kurd. Dadgeha pêdeçûnê ya li bajarê Sine ji ber vê yekê 5 sal cezayê hepsê li Mihemedî birî.
Zana Mihemedî di saziyeke bi navê Nûjîn de ku saziyeke sivîl e dixebitî. Tekane armanc dersa kurdî bû. Par ew bi 10 sal cezayê hepsê hatibû cezakirin lê dadgehê ew darizandin betal kir û carek din darizandin çêkir, vê carê 5 sal ceza lê biriye.
Zana Mihemedî di 29 saliya xwe de ye. Di dema erdhejê de jî baz dabû alîkariya mexdûrên erdhejê. Ji bilî alîkariyê tu xebateke wê ya din nîn e. Di dersa kurdî de jî her alîkariya zarokan dikir. Dadgeha îranê par dema ceza lê birîn li ser tora civakî xebat hatibû kirin, kampanyaya îmzeyan jî hatibû li dar xistin.


