Diyarname
Heta niha der barê kî de çend fezleke hatine amadekerin? Fezlekeyên ji ber dizî, yên ji ber azadiya ramanê...
Hikumeta Ak Partî dixwaze destnedana mebûsiyê ya BDP'yiyan ji holê rake. Pêre jî qala gelek fezlekeyên ku der barê mebûsên BDP'ê de dixe rojevê. Lê ka binêrin der barê çi de, fezleke der barê kîjan mebûsan de vebûne?
Hevserokê BDP'ê ev rêje pêşkêş kirin:
- Fezlekeyên ji ber anîna ziman a fikrên xwe (ji ber axaftinên li gelek cihan: BDP %100, AKP-CHP-MHP % 0
- Fezlekeyên ji ber xapxapînokî hatine amadekirin: AKP %67, CHP+MHP %33, BDP %0
- Fezlekeyên ji ber 'bikaranîna peywira xwe ya ji bo karên ne li rê' hatine amadekirin: AKP %72, CHP+MHP %28, BDP %0
- Fezlekeyên ji ber di karê îhaleyan de fesadî hatine amadekirin: AKP %83, CHP+MHP %17, BDP%0
Yanê, heta niha tu mebûsekî/e BDP'ê karekî ne li rê nekiriye, hemû fezlekeyên der barê wan de hatine amadekirin hemû jî ji ber axaftina wan, azadiya ramanê ne.
Wekî not Ji bo yên nizanin: Ji ber destnedana mebûsan heye, dadgeh nikarin mebûsan bidarizînin. Der barê wan de fezlekeyan amade dikin, ji bo destnedana wan ji holê bê rakirin û bêne darizandin ji meclisê re dişînin. Meclis biryara rakirina destnedanê rake ew dikarin bêne darizandin.


