Lokman Polat
Min li ser romana nivîskarê kurd Omer Dilsoz ya bi navê “Bêhna Axê” nivîseke danasîn û şîrovekirinê nivîsîbû. Di vê gotara xwe de ez dixwazim li ser romana wî ya bi navê “Neynika Dilî” kurtenirxandineke binivîsim.
“Neynika Dilî” romana wî ya sêyem e û ev roman ji her du romanên wî yên berê baştir e. Roman ji Weşanên Aram derketiye. Roman 240 rûpel e û li dawiya wê ferhengokeke kurdî bi kurdî ji bo peyvên herêmî heye. Li ser berga romanê paşî hinek gotinên helbestvan Arjen Arî, nivîskar, zimanzan û rojnameger Samî Berbang û çîroknûs D. Zeraq hene.
Di der barê nivîskar Omer Dilsoz û berhema wî ya edebî de helbestvan Arjen Arî dibêje: “Dilsoz, gisnê xwe kûr lê dixe û hûr lê dixe..û bi serde ‘ga’ jî naêşîne.”
Ew, nivîskar O. Dilsoz wekî nivîskarê ciwanan ê serkeftî bi nav dike û dibêje: “Dilsoz peyvê bi peyvê bask dike.”
Zimanzan û rojnameger Samî Berbang jî ji bo O. Dilsoz û romana wî dibêje: “Ev roman çîroka me vedibêje. Bi zimanekî pehtî û rewan.”
Çîroknivîser D. Zeraq jî dibêje: “Omer Dilsoz…bi zimanê xwe yê ferhengfireh, çêjdar, rengîn, lihevkirî ku ji jiyaneke pirhêl pêk hatiye, tev li qada nivîskariya kurdî bûye.”
Belê, bi min jî Omer Dilsoz bi nivîskariya xwe û bi taybetî wekî romanivîserekî kurd di nav nivîskarên kurd de cihê xwe girtiye û her wiha berhemên wî yên wêjeyî di nav edebiyata kurdî de û di pirtûkxaneyên kurdan de cihên xwe yên bi qîmet û rûmet girtine. Pirtûka wî ya helbestan û hersê romanên wî hêjayê xwendinê ne û divê xwendevanên kurd van berhemên edebî bixwînin.
Berî ku ez dest bi ravekirina naveroka romanê bikim, dixwazim der barê navê pirtûkê de çend gotin bibêjim. Sernavê romanê “Neynika Dilî” ye. Lê di bin sernav de jêrenavek heye ew jî ev e: “Şêr ji bo warê xwe têdikoşin” e. Bi min pêwîstiya vê jêrenavê nedikir. Navê romanê “Neynika Dil” ba bes bû. Pêwîstiya tewandina dil jî nedikir. Di sernavan de û her wiha di navên pirtûkan de pêwîstiya tewandina peyvan nake. Loma jî di şûna “Neynika Dilî” de “Neynika Dil” ba hîn baştir bû.
Niha ez ê bi kurtahî behsa naveroka romanê bikim, wê binirxînim û şîroveya xwe ya derbarê romanê pêşkêşê xwendevanên kurd bikim.
Wekî xwendevanekî romanivîserê kurd Omer Dilsoz, ez ji awa û şêweya hevoksaziya wî, hevokên ku di romanên wî de hatine bikaranîn xweşhal im û bi dilxweşî dixwînim. Naveroka her du romanên wî jî baş bû, xweşa min çû. Mijarên ku ew di romanên xwe de rave dike, girîng in. Vegotina romanên wî serketî ne. Diyalogên Mustefa yên bi neynika wî re jî balkêş in û bi şêweyeke hunerî û bi zimanekî edebî hatine ravekirin. Lehengê romanê li ber neynika xwe li kesayetiya xwe digere û ew jî ji bo xwendevanan meraqeke ku xwendevan bi berhemê ve tê girêdan û wê bi meraq dixwîne.
Çîroka romanê çîrokeke pirhêlî ye, civakî ye û di nav xwe de gelek babetan dihewîne. Bûyerên ku diqewimin jiyana sosyal a rojane û her wiha bi civakê ve têkildar in. Karekterên însên, li hev û du bêbextî kirin, bextreşî û dilreşiya hinekan, tirs û sawên derûniya însan û gelek tiştên din wekî dîmenên zindî têne pêşkêş kirin.
Hesûdî, zikreşî, dilreşî, bextreşî û xirabiyên ku Saloyê Keşkanî pêk tîne, mirov di jiyana xwe ya rojane ya sosyal-civakî de jî û di qada jiyanê de li der û dora xwe dibîne. Li cîhanê, di nav neteweyan de yê ku herî pir ajan, sîxur, îxbarcî, xayîn, mêrkûj û cure cure xirabî di nav kurdan de hene. Kesên dijminê gelê xwe, li dijê doza neteweya xwe û li dijê azadiya gel û rizgariya welat derketine, kurdên xayîn, sîxur û cerdevan in. Saloyê Keşkanî yê dilreş jî cerdevan e. Di nav pêvajoya şerê bîst û pênc salan de, di cihek de dewletê li hemberî gelê kurd û li hemberî hêza çekdaran şerekî qirêj pêkanî û di aliyek de jî cerdevanan li hemberê kurdên welatparêz û li dijê şerkerên çekdar xirabiyên nedîtî kirin, gundî kuştin, tecawizê jinan kirin, keç revandin, bi bêbextî çekdar – gerîla – kuştin, îxbara wan li dijî gelê kurd û çekdarên çiyan şer kirin.
Nivîskarê romanê Dilsoz, romanivîserê jîr Omer Dilsoz bi berhemên xwe yên edebî û bi peyv û gotinên orîjînal, bi hevokên hunerî û biwejên kurdî, edebiyata kurdî dewlemend kiriye. Wî bi berhemên xwe û bi nivîskariya xwe ya xweser rengekî li rengên edebiyata kurdî zêde kiriye. Lêgerîna kesbûnê û hunandina wê ya bi xwebûnê ve di romanê de bi şêweyeke hunerî û bi westatî hatiye pêkanîn. Ev jî serketina afirandina romanê û hunera romanivîser a payebilind radixe ber çavan.
Dilsoz di vê romanê de teknîka nivîsîna forma “ez” bikar aniye. Nivîskar bi devê vebêj romanê rave kiriye. Vebêjê romanê û her wiha lehengê romanê, navê wî Mustefa ye. Dayika wî jê re dibêje Mistê û xelk jî jê re dibêjin Misto. Nivîskar bi devê vebêj di destpêka romanê de taswîreke gelek baş û balkêş di derbarê bajarê Stenbolê de dike. Taswîrên wî yên li ser cih û waran, navçe û bajaran û xwezayê jî gelek baş in. Bajarê Stenbolê wekî ku vebêj jî dibêje; “bajareke bêrehm, bêmerhemet û mirovxwir e, li bajêr haya kes ji kesek tune û bajar bûye stargeha mişextiyan.”
Di van sedsalên dawî de ji balkanan, Yugoslavya, Mekedonya, Bulgaristan û hwd, gelek kesên netirk lê misilman hatin li Stenbolê bi cih û war bûn. Koçerên bulgar, boşnak, arnawid, cihû û hwd, hatin Stenbolê û li wir li ser navê tirkan tirkayetiya nîjadperestî dikin, nîjadperestiya tirk xurt dikin. Em vegerin naveroka romanê.
Lehengê romanê Mustafa evîndarê Bişengê ye. Ew jê dûr ketiye û çûye ciheke dûr û paşê vedigere. Bi kelecana ku ew dê evîndara xwe bibîne. Ew diçe ber mala Bişengê, li derî dixe, lê kes nayê derî venake, kes li malê tune. Ew ji bo dîtina wê hatibû, lê li pişt deriyê wê bêyî ku wê bibîne bi paş ve dizivire.
Di şeveke tarî ya zivistanê de, li gund bavê Mustefa bi sê guleyan tê kuştin. Bavê wî zilamekî welatparêz bûye. Wî li mizgeftê bi kurdî xutbe xwendiye, behsa maf û azadiyê kiriye û di heman rojê de, bi şev li mala xwe, li pêş çavên zarokên xwe bi bêbextî hatiye kuştin. Li gund dubendî çêbûye. Fermandarê qereqolê û zilamên wan yên sîxur, di nav gundiyan de nakokî derxistine û dubendî pêkanîne.
Birayê Mustefa navê wî Ehmedê Xanî ye. Bavê wî navê bapîrê neteweparêziya kurd û kurdayetiyê, westayê edebiyata kurdî, nivîskarê berhema nemir “Mem û Zîn”ê Ehmedê Xanî li kurê xwe daniye. Ehmed zanîngehê diqedîne û dizewice. Li gund dawila dawetê lêdixin, daweta wî çêdikin. Ehmed bi germahî dikeve nav kar û barên siyasetê. Fermandarê Artêşa Tirk li gund ji gundiyan cerdevanî pêkanîbû û Silo jî bûbû serkêşê cerdevanan. Piştî demekê Ehmed bi komek xortên ciwan re berê xwe dide çiyayan, diçe dikeve nav hêza çekdaran, dibe şervanekî çekdar û her wiha ew dibe serkêşekî kurdan, dibe şervanê azadiyê.
Mustefa jî diçe leşkeriya tirkan. Anku di Artêşa Tirk de – ji ber neçarî û mecbûriyeta hemwelatiya Komara Tirkiyeyê – dibe leşker. Piştî perwerdehiya ecemîtiyê wî dişînin gundekî Kurdistanê. Gund li ser Şirnexê ye û ew di qereqoleke nêzî sînor de leşkerî dike. Li qereqolê sed leşker hene. Fermandarê tirk gelekî zalim û bêwijdan e, navî Selçûk e, lê li der û dorê her kes wî bi navê Nemrûd nas dike. Li wir zagon, dadgeh û her tişt Nemrûd e. Fermandar bi rijandina xwînê har dibe û zewqê distîne.
Nêrgiz keça sîxurê gund e û ew ji malê direve, diçe beşdarî çekdarên çiya dibe. Bavê wê yê bêwijdan, dilreş, hesûd û xayîn soz û peyman dide fermandarê xwînxwar ku ew ê bi destê xwe keça xwe bigre û bîne teslîmê fermandar bike. Şeveke Mustefa û leşkerekî tirk nobedar in, çekdar êrîşê qereqolê dikin. Leşkerê tirk ku navî Yavuz e, li ber Mustefa tê kuştin. Di encama êrîşê de deh leşker têne kuştin. Piştî şer, çekdar ji wir xwe vedikişin, leşkerên qereqolê jî diavêjin ser gund û li gundiyên kurd zilm û zordarî dikin, wan didine ber lêdanê.
Di wê êrîşê de Nêrgiz ku keça sîxurê gund Qero ye, birîndar dibe û dîl dikeve. Bavê wê yî xayîn werîs dike dest û stûyê wê û ew girê dide û wê tîne teslîmê leşkeran dike. Di qereqolê de îşkence û lêdanên giran li girtiyan tê kirin.
Ji teskere stendin anku ji qedandina leşkeriya Mustafa re dimîne rojek e, çekdarên serhildêr têne davêjin ser qereqolê. Ew bi roketan û bi çekên giran qereqolê hildiweşînin, kavil dikin, dişewitînin û fermandar Nemrûd jî dikujin. Mustefa di vê êrîşê de nayê kuştin. Ew leşkeriyê diqedîne, teskere digire û diçe gundê xwe.
Birayê Mustefa yê mezin Ehmed ku bûbû çekdar di şerekî de tevî duwanzdeh hevalên xwe şehîd dikeve. Cendeke wî tînin gund. Artêşa Tirk ji miriyên kurd re jî bêhurmet e. Wan cendeke Ehmed xistibû halekî wisa ku nayê nasîn. Leşkeran çavên wî derxistibûn, lêv û difin lê birîbû, guhên wî jêkiribûn, diranên wî kişandibûn, li bejn û bala wî derba bîst û çar gulan hebû…Ehmed bi hovanî hatibû kuştin û ew bûbû şehîdê doza netewa kurd.
Di romana “Neynika Dilî” de dîmenek şerê qirêj û xirabiyên fermandarên tirk û kirinên hovane hene. Ev romana nivîskarê kurd Omer Dilsoz ji her du romanên wî yên berê çêtir e, baştir e, serketîtir e. Di romanê de zilm û zordariya artêşa tirk, valakirin û wêrankirina gundan, bi darê zorê gundiyan ji ser axa wan a bav û kalan çawa didine koçkirin, şewitandina xaniyên gundiyan û hwd, gelek baş hatiye ravekirin.
Di berbanga sibê de gundê Mizgeftê çarmedor tê dorpêşkirin. Leşker, komando û tîmên taybet bi pihên, dijûn, lêdan û rapaldanê gundî yek bi yek dihên berhevkirin. Leşker gundiyan bi çova zorê dicivînin û fermandarê wan axaftin dike û di dawiya axaftina xwe de dibêje : “…ji gund herin. Diçin kîjan cehenemê ne xema min e; piştî saeteke ez ê agir bi malên we xim!..” Û piştî saetekê dema gund dişewitînin, romanivîser bi devê vebêj şewitandina gund wekî dîmeneke zindî radixe ber çavên xwendevanan.
Nivîskar evînperest in. Ew di berhemên xwe yên edebî de evînên nemir diafirînin. Di beşa romanê ya bi sernavê dîmena pêncemîn de evînperestî heye. Şewata herî zor û bi êş şewata agirê evînê ye. Şewata agirê evînê dil diperitîne. Evîn, evîndarî hem pir xweş e, mirov pê şad û bextewar dibe, hem jî pir bi êş e, mirov pê xemgîn dibe, diêşe, êş û jan dikşîne.
Lehengê romanê Mustefa rojeke keçek narîn dibîne û dibe evîndar. Evîneke bêdem xwe di nav hest û rihê wî de radipêçe. Evînê bi rihê wî yê westiyayî vedabû. Mustafa bûbû aşiqê Bişengê. Di vê beşa evînperestiyê de evîna Mustefa û Bişengê tê qalkirin. Efsûna evînê Mustefa bi Bişeng ve dide girêdan. Êdî di hiş û eqilê wî de tenê ew heye. Û her wiha êdî evîndara wî dibe sedema jiyana wî. Bişeng dibe stêrka jiyana wî, dibe aramgeha dilê wî. Dema ew li çavên wê yên xezal dinêre, bayekî hênik xwe lê radipêçe, derûniya wî dilxweş dike, wî şad û bextewar dike, jana dilê wî dikewîne û di damarên wî de xwîna evînê diherikîne. Xema wî, hemû xeyalên wî li ser wê ye.
Di romana Omer Dilsoz “Neynika Dilî” de rewşa civaka kurd, rastiya realîteya civakî baş aniye zimên û wekî dîmenên jîndar raxistiye ber çavên xwendevanan.
Di dîmena heftemîn de kevneçîrokek ji alî diya Mustefa ve tê gotin. Di vê beşê de vebêj diya wî ye. Diya Mustefa hemû zarokên xwe li dora xwe dicivîne û dest pê dike ji wan re kevneçîrokek dibêje. Diya wî beriya ku çîrokê bibêje, ji zarokên xwe re dibêje : “…Ez ê îşev ji we re çîrokek bibêjim da ku hûn hemû bizanibin ka em kî ne û niha bûne çi…Ji roja ku ev çîrokên me mirin wê rojê em hemû hatin kirêtkirin.” Û dayika Mustefa dest pê dike, çîrokê dibêje.
Malbata Mustafa wekî gelek malbatên kurd di nav tevgera jiyana rojane de bêzar dibe, perîşan dibe. Birayê wî dibe şerker û şehîd dikeve. Jina birayê wî ji cem wan direve û diçe. Xwişk dibe kedkara seksê, laşê xwe difroşe. Bav tê kuştin, dayik jî felc dibe. Birayê wî Tacdîn dibe olperestekî fanatîk û guh nade nexweşiya diya xwe. Dayik li stûyê Mustefa dimîne, pereyên wî jî tune ku wê tedawî bike, êşa wê rehet bike. Ji bo ku pere tune û karta wan a kesk – ku dewlet dide feqîran – tune, nexweşxane jî dayika wî qebûl nake. Birayê olperest ê fanatîk jî dibêje: “…êşên Xwedê xweş in, elhemdullîlah!...” Bi vî hawayî, malbateke feqîr, belengaz, hejar ê gundî di bajar de – ku li bajaran wijdana mirovan zengar girtiye û bajar bûne mirovxwir – dikeve halekî xirab.
Diya Mustefa a felcbûyî jî diçe ser heqiya xwe, dimire. Wê dibine di goristana bêkesan de defin dikin. Mustefa bêdayik û bêkes dimîne. Êdî tenê hêviya wî dimîne evîna wî a platonîk. Mustefa bi evîna Bişengê dilê xwe daxdabû û hestên evînî di laş û ruhê wî de belav bûbû.
Mustefayê dilşkestî ji welatê xwe dice welatekî din. Xerîbî jî zor û zehmet e. Ew di qerebalixa bajarê mezin de winda dibe û di nav tenêtiya xwe de jiyana xwe a rojane didomîne. Ew dixebite, zikê wî têr e, konsantrê cihê nû bûye, lê belê ew bêriya Bişenga narîn dike.
Mustafa nagihe miradê xwe. Ew miraznedîtiyekî neçar e. Bi Bişenga berdilê xwe re nazewice, bi Sosinê re dizewice û dikeve nav jiyaneke nû. Lê belê jiyana nû jî lê tê herimandin.
Nivîskar di her du romanên xwe de “Bêhna Axê” û “Neynika Dilî” de pirê caran peyva “heçko” û ”demildest” bikar tîne. Wî di ferhengoka li dawiya pirtûkê cih nedaye maneya van her du peyvan. Di her du romanan de hinek peyvên herêmî hene. Wekî mînak; “derazing” çi ye? Diyar e ev peyveke herêmî ye û her wiha demildest û heçko jî peyvên herêmî ne. Bi min di şûna van peyvên herêmî de peyvên din di heman maneyî de bikar bianiya wê baştir ba.
Di beşa “dîmenên yanzdemîn” ya di bin sernavê “tolhildan” de rastiyeke din a civaka kurd, rastiya kirinên dagirkeran, bi fermana serleşkeran, fermandaran kuştina bi destê îtîrafkeran bi şêweyeke realîst û bi vegotineke vekirî hatiye ravekirin. Saloyê cerdewan, mêrkûj û xayînê neteweya xwe, îtîraf dike, bi devê xwe dibêje: “Kesên rihfiroş di nav tîma me de hebûn…Kesên îtîrafkar jî di nav me de cih girtibûn. Hemû kuştin bi destên wan û bi fermana fermandaran dihat kirin. Subay û serbazên wekî yuzbaşî û bînbaşî, tîmêm taybet û uzman çawîş jî di nav me de hebûn. Wan em bi rê ve di birin… Me cilên şervanan li xwe dikirin, em diçûn gundan, me nan ji gundiyan dixwest, piştre jî em diçûn îcar jî me ew digirtin, an jî dikuştin.”
Romana Dilsoz “Neynika Dilî” romaneke civakî ye û di nav civakê de derd, kul, êş, birîn, kelem, tehda, lêdan, derûniya nebaş û psîkolojiya pozîtîv û negatîv heye û romanivîser ev hemû tişt di nav rûpelên romanê de rave kirine. Ew hemû cure derd û kulên civakî bi şêweyeke edebî tîne zimên. Ew berê projektora xwe dide ser civakê û pirs û pirsgirêkên civakî û nakokiyên di nav gel de û her wiha têkoşîna azadiyê wekî dîmenên rengîn yên rojane dide nîşandan.
Nivîskarê kurd Omer Dilsoz romanivîserekî nûjen e. Wî bi bi sê romanên xwe yên nûjen û bi du pirtûkên xwe yên helbestê hunera xwe ya edebî daye nîşandan. Zimanê wî zimaneke xas ê edebî û helbestkî ye. Hinek peyvên devoka herêmî romanê neherimandiye, berevajê wê romanê xemilandiye.
Bingeha romanê û honandina wê ji ber dîmenan hatiye pêkanîn. Sazkirina romanê bi awayeke hunerî û bi şêweyeke nûjen e. Metnên ku ji ajandaya Ehmed hatiye wergirtin, bi ramanên felsefî û gotinên helbestî ne û wan naveroka romanê hîn xurtir kirine.
Di romanê de sêzdeh dîmenên balkêş hene ku hêjayî xwendinê ne.
***
Nivîsên li ser romana "Neynika Dilî" yên ku di Diyarnameyê e hatine weşandin:
- Omer Dilsoz û neynika wî ya “xweşkûk”
-
-Omer Dilsoz bi xwendevanên xwe re tê cem hev