AMED
Xwediyê Koç Makînê Kemal Çevîklî (46) ku kargeha wî li 3'yemên Bloka E ya Siteya Sanayî ya li navçeya Kayapinara Amedê ye ji ber deynên xwe dawî li jiyana xwe anî.
Çevîkliyê ku ji ber deynan derûniya wî têk çûbû, bi şerîtê li cihê karê xwe bi hesinê banî ve xwe oaliqand û xwe xeniqand.
Çevîklî berî ku xwe bikuje nameyek hişt. Di nameyê de gotiye ku deynên wî gelek zêde bûbûn û ji ber wê jî derûniya wî têkçûye û xwe kuştiye.


