Qasida Niyetbaş a Neteweyên Yekbûyî, lîstikvana navdar Angelina Jolie ji bo Pakistanê banga zêdetir alîkariyê kir.
Li Pakistanê li dor 17 mîlyon kesî ji ber lehiyê mexdûr in û li dinyayê gelek welatan dest bi berhevkirina alîkariyê kiriye. Lê wisa diyar e ku ev alîkarî têrê nake.
Niha Qasida Niyetbaş a Neteweyên Yekbûyî Angelina Jolie jî bangek li dinyayê kir û xwest ku zêdetir alîkariya mexdûrên Pakistanê bikin.



