logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal
  2. Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene
  3. Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
  4. Festîvala Fîlman a Silêmanî didome
  5. 'Practical Magic 2', 'The Umnknown' û yên din
news-details

Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan

  • Dîrok: 26/01/2026
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Kanal Ronahî TV êvara 25'ê mehê bernameyeke taybet liger Serfermandarê HSD'ê Mazlum Ebdî çêkir. Ebdî qala agirbesta heyî û tiştên heta niha axivîne kir.
Va ne hin gotinên wî:

PEYMANA 18'Ê MEHÊ
- Em bi Peymana 18'ê Rêbendanê ve girêdayî ne. Ev mijar wê kengê û çi wextê de pêk bê, em li ser wê kar dikin. Em hewl didin di vê dema agirbestê de hin gavan biavêjin. 

3 XALÊN PEYMANÊ
- 3 xalên sereke ên vê peymanê hene. Ya yekê bi herêma kurdî ve girêdayî ye. Em dixwazin herêmên kurdî destkeftiyên xwe biparêzin û têde şer çênebe. Li ser vê hinek li hevkirinek heye, hinek xal mane, di rojên pêşî me de emê li ser zelal bikin.
- Xala din meseleya mihafazaya Hesekê ye. Hûn dizanin ev der di bin destê Rêveberiya Xweser de bû. Saziyên Rêveberiya Xweser hene bi rê ve dibin. Ev saziyên hene di nav saziyên dewletê de wê çawa hevsenga wê çêbe. Li ser wê. 
- Xalên hatine zelalkirin hene. Hêzên ewlekariya hundir li cihê xwe bimînin, bi erkê xwe rabin. 
- Dîsa mijara entegrasyona HSD'ê ya giştî hene. Li ser vê hinek gav hatine avêtin. Em amade ne vê îtifaqê pêk bînin. Bi alîkariya hêzên navneteweyî emê li ser bisekinin û bi encam bikin.

MESELEYA NEQILKIRINA DAIŞIYAN
- Di vê dema agirbestê de naqilkirina DAIŞ'iyan temam bibe. Dîsa emê li ser meseleyên divê bê çareserkirin, temam bibin. Hedef ew e em vê demê wê îtîfaqa 18'ê mehê temam bikin.

'ARTÊŞA SÛRÎ WÊ NEKEVE HERÊMÊN KURDAN'
- Li gor îtîfaqê divê Artêşa Sûrî nekeve herêmên kurdan. Hêzên ewlekariya hundir û hêzên dewleta Sûrî bi hev re wê li ser vê bisekinin. Artêşa Sûrî pêwiste derveyî herêmê be

- Di navbera me û rêveberiya Sûrî de hevdîtin didome, kanal heye. Hêzen navneteweyî jî di nav de ne.

MACRON JÎ DI NAV DE YE
- Serokomarê Fransa birêz Macron jî di nav de ye. Çend caran bi min re jî, bi wan re jî axiviye.

'ME JI BO MIHAFIZÊ HESEKÊ NAV PÊŞKÊŞ KIRIYE'
- Me hin navên xwe pêşkêş kirine, wekî mihafizê Hesekê. Di îtîfaqê de divê em bidin diyarkirin. Dîsa alîkarê wezirê ê parastinê. Ev me dane xuyakirin. Dîsa ji bo erkên din ku em dixwazin bigirin, ew jî me pêşkêş kirine. Dema erêkirin çêbe, emê raya giştî re eşkere bikin. Lê heta niha berdewam e.

'TIŞTÊN LIHEVKIRÎ JÎ HENE, TIŞTÊN EM DIXWAZIN JÎ HENE'
Bila ji axaftina me neyê fêmkirin ku me li hev kiriye. Na. Gere em zelal bin. Niha dan û standin hene. Xalên me li hev kirine jî hene. Tiştên em dixwazin jî hene. Tiştên hikumeta Şamê qebûl nekirine jî hene. Li vir hevdîtin dewam dikin, hêzên navneteweyî jî di nav de ne. Em nabêjin ekîd (teqez) emê bi ser bikevin. 

LIGEL HEMÛ LÎDERÊN KURDAN HEVDÎTINÊN ME ÇÊBÛN, YEKÎTÎ ÇÊBÛ:
- Yekîtiya kurdî çêbûye, ew rihê di dema Kobanî de dîsa çebûye, ev serketineke ji bo me hemû kurdan. Min bi xwe bi hemû liderên kurdan de dan û stand, piştgiriya xwe bo me diyar kirin. Çi Rêvberiya Herêma Kurdistanê Serok Barzanî, Kek Nêçîrvan, çi Silêmanî, di serî de kek Bafil, Dr. Berhem Salih, Serokê Iraqê Dr. Ebdulatif. Partiyên me yên siyasî yên Bakur heta vir hatin piştgiriya xwe nişan dan. Me ligel hemûyan têkilî danî. Cihê sipasiyê ye.

- Ev helwesta ku kurdan nişan daye bila dewam bike heta ku em bigihîjin îtifaqekê, heta herêmên kurdan mîsoger bibin.

MESELEYA EFRÎN Û SERÊ KANIYÊ
- Ji bo me ferqa Kobanî, Qamişlo û Efrînê nîn e. Em behsa xisûsiyeteke kurd dikin, helbet Efrîn jî, Serê Kanî jî di nav de ye. Girê Sipî jî di nav de ye. Gere koçberên wir jî vegerin. Helbet gavek pêş de, paş de, lê ev jî meseleya vê îtîfaqê ye. Çareseriya ji bo Kobanî û Qamişloyê bê kirin, pêwîste ji bo Efrîn û Serê Kaniyê jî bê kirin. 

- Zêdegavî çêbû, tiştê kurdan heq nekir hat kirin. Zimanekî şovenîst hat meşandin. Helbet ev wê werin mihasebekirin. Divê hesab ji wan bê pirsin. Gere em neyên Lîstikên ev kesên şovenîst. Hinek dixwazin di navbera kurd û ereban de şer derxin. Provakasyonan çêbike. Gelê kurd divê neyê provakasyonê. Ê me ehlaqekî me heye. Vê jî bêjim, hê jî di nav quwetê me de gelek hevalên me yên ereb hene. Bi hezaran şehidên me, dostên me hene. Însanên baş jî di nav pêkhatiyên ereb de hene. Erê yên xirab hene, yên baş jî hene.

MESELEYA REQA'YÊ
- Em ji Reqa, Teqba û Dêre Zorê vekişiyan. Sebebek xwe hebû, me nexwest heta dawî li wir şer bikin. Em ji bo hedefek çûbû wir, ji bo têkbirina DAIŞ'ê em çûn. Li ser xwesteka gelê wir em çûn. Niha rewşek din derket holê. Me pêwîstî nedît heta dawî em şer bikin, em vekişiyan herêmên piraniya wan kurd in. Niha rewş cuda ye.

'HERÊMÊN KURDAN XETA ME YA SOR E'
Em parastina gelê xwe, parastina herêmên kurdî kurdî. Parastina Kobanî, Dêrikê, Qamişloyê dikin. Emê li vir şer bikin. Xeta me ya sor e. Heta ferdek me nabe emê şer bikin. Wê kes bi ser nekeve. Şer li vir naqede. Her kes jî vê dizane. Ne tene leşkeri, faktorên din jî hene. Ez hêvî dikim kes şaşiyan neke, û êrîşê neke. Ez bawerim hikumeka Sûrî jî niha naxwaze tiştek wisa bike. Ew jî dixwazin meseleyê bi diyalogê çareser bike. Hêza me ji bo şerê li vê derê amade ye. Li vir çareseriyek çêbe dê ne çareseriya leşkerî be, wê siyasî be, em jî wê dixwazin.
 

 

*

Hin nûçeyên eleqedar:

- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin

-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir

- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava

-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...

- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)

-

Parve Bike

Youtube Me

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 14 09 2026

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

news
  • 12 09 2026

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

news
  • 12 09 2026

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

news
  • 11 09 2026

Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de

news
  • 10 09 2026

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

news
  • 09 09 2026

Sembola kurdan Girê Miştenûrê; ew der dê bibe daristan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Peyamên ji bo wefata Şerafettin Elçi

ad

DYA: Ev yek dê ne hilbijartineke adil be

ad

Cristiano Ronaldo li Stenbole ye!

ad

Dîroka Festîvala Ehmedê Xanî diyar bû

ad

Mamoste Jîr Dilovan hêdî hêdî baş dibe

ad

'La Jauria', terapiya ji bo zarokan yan zilma li wan?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal

  • 13 09 2026
news

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

  • 12 09 2026
news

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

  • 12 09 2026
news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome

  • 13 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname