Diyarname
Ev çend roj in du kanalên ku weşana bi kurdî dikirin Denge TV û Dîjle TV dernakevin. Gerînendeyê Dîcle TV Sancar dibêje: Çima weşana me hatiye rawestandin em nizanin, digel hewldana me jî me xwe negihand tu rayedar î.
Denge TV li Batmanê, Dîjle TV jî li Amedê, wekî du kanalên herêmî kar dikirin heta du sê roj berê. Her du kanalan jî zêdetir bi kurdî weşan dikir. Dîjle TV zêdetir wekî kanaleke muzîkê derket pêş. Lê piranî di her du kanalan de jî muzîk serdest bû. Niha her du kanalên li ser Turksatê weşand dikirin hatine girtin.
Gerînendeyê Weşanê yê Dîjle TV Hasan Sancar ji bo BHA'yê axiviye û wisa gotiye: "Çima weşana me hatiye rawestandin em nizanin. Digel hewldanên me jî li ser vê yekê me nikarî xwe bigihînin rayedaran. Li ser peyka Turksatê 90 kanalên din weşana xwe didomînin, her du kanalên bi kurdî hatine rawestandin, ev yek tiştek watedar e."