AMED
Zanîngeha Çewligê, ji bo avakirina Navenda Lêkolîna Zaravaya Dimilkî ku yek ji zaravayên kurdiye, serî li Lijneya Perwerdê ya Bilind (YOK) da.
Rektorê Zanîngeha Çewligê Prof. Dr. Giyasettîn Baydaş di daxuyaniya ku ji bo rojnemegeran da de got, di bih benê zanîngehê de ji bo avakirina Navenda Lêkolîna Zaravaya Dimilkî, serî li YOK’ê dane.
Baydaş ragihand ku ziman, zarava û çanda herêmê her ku diçe ber bi windabûnê ve diçe û çav li vê yekê jî tê girtin. Ji bo pêşîgirtina vê em dixwazin navendek lêkolînê damezrînin û bi xebata akademîk ya ku em bikîn emê envanter (deftera jimêryariyê) amade bikin.
Ji bo destpêkirina xebatek akademîk ya têkildarî ziman û zaravayên li Çewlig û herêmê tên axaftin me biryarek wisa girt. Baydar diyar kir ku ji bo ku çanda elewîtî jî winda nebe ew difikirîn ku xebatek bi heman şêweyê pêk bînin û ew li benda bersiva YOK’ê ne.