Diyarname
Muzikarê alman Johann Sebastian Bach li dinyayê yek ji muzîkarên navdar e. Wî li dû xwe gelek beste hiştine û di nav muzîka klasîk de cih girtiye. Niha li ser jiyana wî fîlmekî tê kişandin.
Li gor agahiyên di Hollywood Reporter de derhêneriya fîlm dê Eric Styles bike û senaryoya fîlm jî Jeffrey Freedman nivîsandiye. Fîlmê ku di dema pêşiya me de dê bê kişandin derhênirya dîmenê dê Vittorio Storaro bigire ser milên xwe û muzîkên wê jî Gabriel Yared dike.
Li gor nûçeyê serlîstikvaniya fîlm dê lîstikvanê navdar Gerard Depardieu û Max von Sydow bilîze, ligel wan dê Axel Milberg û Marianne Sagebrecht hebin. Hat gotin ku kesê rola Bach bilîze hê nediya diyarkirin lê ji bo fîlm 21 mîlyon dolar hatine veqetandin.
Fîlmê ku li bendê ne ber bi dawiya 2017'an ve bikeve vîzyonê, bi destpêka sala nû re dê dest bi kişandina wî bikin.