Diyarname
Leonardo Da Vinci wênesaz, endazyar, matematîkzan, peykertiraş ê îtalî bû ku di navbera 1452-1519’an de jiya ye. Berhema wî ya herî navdar “Mona Lisa” ye. Ev Mona Lisa ya ku li Muzeya Louvre ya Parîsa Fransayê hat pêşkêşkirin, rastî êrîşa bi paste hat.
Di dema temaşekirina tabloyê de kesek pastaya di dest de bi ser tabloyê de firfirand, lê ji ber cam dabûn pêş tabloyê, tiştek bi tabloyê nehat. Camê li pêş tabloyê di cih de paqij kirin. Ev dîmena çalakiyê li ser tora civakî gelek hat belavkirin.
Li aliyê din kesê ev çalakî kir dema derxistin derve got, “Li dinyayê bifikirin. Mirovên ku zirarê didin dinyayê hene.”
ÊRÎŞÊN DIN
Leonardo da Vinci di navbera salên 1503-1519’an de ev tablo çêkiriye. Ev bû çend caran êrîşê tabloyê dikin.
- Di sala 1950”î de bi asîta sulfîrik êrîşê tabloyê kiribûn.
- 1956'an de li Bolîvyayê xwendekarek kevir weşandibû tabloyê.
- Di sala 1974’an de li Tokyoya Jayonyayê jinek bi spreya sor êrîş kiribû.
- Û di sala 2009’an de jî turîstek rus çay bi ser de rijandibû.


