Diyarname
Li Semsûrê Cejna Zimanê Kurdî bi paneleke hat pîrozkirin. Komeleya Ferat Derê ku li Semsûrê xebatên xwe didomîne,ji bo Cejna Zimanê Kurdî panel li dar xist û yek ji edîtorên Diyarnameyê Welat Dilken beşdar bû.
Panela ku rêveberên Dem Partiyê û saziyên sivîl tevlêbûyî de wekî panelîst helbestkar û nivîskar Welat Dilken axivî.
Dilken got, di vê serdema dijîtal de berê nifşên nû tenê ne li dibistanên asîmîlasyonê ye, berê wan li internetê ye û qasî dibistanan qada internetê jî bûye qadek nû û bi hêz a asîmîlasyonê.
BI TÊKOŞÎNA JINAN DINYAYÊ BERÊ XWE DAYE KURDAN
Helbestvan û nivîskar Dilken got ku îro pêdiviya kurdî bi fenomên wêjeyî û hunerî heye ku qasî yên siyasî bala kurdan bibe ser ziman, wêje û hunera kurdî. Dilken wisa dom kir, "Kurdan heta niha wekî fenomen diruşma 'jin jiyan azadî' û têkoşîna jinên Rojavayê diyarî cîhanê kiriye ku van herdu fenomenan berê rûyê mirovahiyê daye kurdan. Wekî vê yekê fenomenên wêjeyî û hunerî jî dê rûyê kurdan li kurdbûnê vegerîne, motîvasyon û bi xwe bawerî anîna wan a wekî neteweke bi xwedî îmaj, estetîk û rih zêde bike."
Piştî axaftinê Dilken pirtûkên xwe bo beşdaran destnîşan kirin.

**
Nûçeyên Eleqedar:
- Li 3 bajaran çalakî: Bila kurdî bibe fermî û zimanê perwerdehiyê
- SOZDER'ê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên berfireh pîroz kir
- 'Di hestkirina nasnameyê de rolê fenomentiyê'
- Li Amed û Stenbolê gelek çalakî ji bo Cejna Zimanê Kurdî têne lidarxistin
- Li Amedê ji bo ziman meşeke girseyî
- Hevseroka SZK'ê Viyan Hesen qala rewşa zimanê kurdî ya li Rojava kir
- Li Amûdê ji bo Cejna Ziman pêşangeha wêneyan
- Li Rojava Cejna Zimanê Kurdî çawa hat pîrozkirin? (Va ne agahiyên ji gelek bajaran)
- Beytên helbestvanên kurd li erdê neqişandin lê nîqaş jî çêbûn
- Ji bo ziman li sedan cihan bi sedan çalakî hene
- Fotoyê rojê ji bo Cejna Ziman tê
- PEN'a Kurd konferansek li dar dixe
- Bang ji bo Pêkanîna Bendên Manîfestoya Gîronayê
- Babat: Em xizmetek ji bo ziman dikin
- 'Sosyo-Polîtîkaya Ziman' wê bê nîqaşkirin
- 'Kurdan bi hev re televîzyon temaşe dikirin, lê telefonê ferdîbûnek bi xwe re anî'
- 'Weşangeriya kurdî bi rojnameya Kurdistanê dest pê kir'
- 'Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir
- Babat: Em xizmetek ji bo ziman dikin
- 'Sosyo-Polîtîkaya Ziman' wê bê nîqaşkirin


