Diyarname
Di Fînala Lîfa Şampiyonan a Ewropayê de Bayer Munih û Înter hatin hemberî hev. Înterê bi golên Milito 2-0 maç bi dest xist û kûpa bir mala xwe.
Maça fînalê li Santiago Bernabeu'ya Madrîda Spanyayê di navbera Bayer Muniha Almanyayê û Întera Îtalyayê de hat lîstin.
Lîstikvanê Înterê Diego Milito di deqîqeya 35'an û 70'yî de du caran gol avêt û serketiyê îsal diyar kir: Înter.
Bi vê îsal bû sê kûpa tu Înter dibe mala xwe. Înter berî vê kûpayê jî îsal Kûpaya Îtalya û Kûpaya Şampîyoniya Îtalyayê bi dest xistibû.
Înterê heta niha 2 kûteyên Navparzemînan (1964 û 1965) û 3 caran jî kûpaya UEFA (1991, 1994, 1998) girtibû, niha yekem car Kûpaya Lîga Şampiyonan bi dest xist.
Teknîk dîrektorê Înterê Jose Mourinho ku dema teknîk dîrektorê Porto bû yekem car e kûpa girtibû, bi vê bû du caran wekî teknîk dîrektorekê kûpaya Lîga Şampiyonan bi dest dixe.
Kunyeya maçê:
Bayer Munih: 0 - Înter: 2
Stad: Santiago Bernabeu
Hakêm: Howard Webb, Darren Cann, Michael Mullarkey
Bayern Munih: Butt, Van Buyten, Demichelis, Lahm, Badstuber, Schweinsteiger, Van Bommel, Robben, Hamit Altintop (dq.62 Klose), Oliç, Muller.
FC Înter: Julio Cesar, Maicon, Lucio, Samuel, Chivu (dq.67 Stankoviç), Cambiasso, Zanetti, Sneijder, Eto’o, Pandev, Milito (dk 90. Materazzi ?).


