Diyarname
Pirtûkek ji bo perwerdehiya bilind "Axnasî" ji aliyê Prof. Dr. Mehmet Aydin ve hat nivîsandin û pirtûk ji Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve hat çapkirin.
Aydin di sala 2011'an de ji Zanîngeha Mustafa Kemal malnişîn bûye û berê xwe daye Koreya Başûr. Li wir xebitiye, her wiha pêre li ser vê pirtûkê kar kiriye û temam kiriye.
Pirtûka li ser axê ku navê "Axnasî" lê kiriye bi tarîf û çêbûna axê dest pê dike. Dûre "pêkerên çêbûna axê" girtiye dest û wisa dom kiriye.
Prof. Dr. Mehmet Aydin di bin 6 beşan de mesele girtiye û rewş vegotiye. Helbet ji aliyê axnasî û zimanê ku hatiye bikananîn ve kesên eleqedarê vê beşê dê binirxînin lê ji niha de mirov dikare bibêje ku di warê xwe de xebatek girîng ku hatiye amade kirin.
- Axnasî / Prof. Dr. Mehmet Aydin / Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî / Tîrmeh 2017 / 160 rûpel


