Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Deriyê Sînor ê Murşîtpinar didomin. Çeteyên ku duh bi roketê êrîşî ala Tirk kirin îro jî bi hewanan êrîş kirin.
Çeteyên DAIŞ ku ji duh ve Deriyê Sînor ê Murşîtpinar kirine armanc, êrîşên bi topên hewanan li hember derî didomînin. Çeteyên DAIŞ ku duh ala Tirk a li Ofîsa Mehsûlên Erdê kirin hedef û êrîşa bi roketê pêk anîn, îro jî saet, 14.45, 14.51, 14.53, 14.54 û 15.00'an bi topên hewanê êrîşî deriyê sînor kirin. Li herêma ku deriyê sînor lê ye êrîş didomin camên avahiyên li herêmê şkestin.