Diyarname
Navdara reality şov a ji DYA'yê Kim Kardashian li Californiaya DYA'yê çû serdana girtîgehek ku jinên girtî lêne. Kardashiana 37 salî ligel gelek parêzvanên xwe çû girtîgehê. Wê ligel jinên girtî hevdîtin çêkir û pirsa li hundirmayîn tiştek çawa ye ji wan kir, guh da wan û qala dema derkevin dê çi bikin kir.
Ew di çarçoveya bernameyeke ji bo jinên girtî ku dema derkevin derve bikaribin xwe li jiyana derve bînin çû girtîgehê. Kardashian ligel 15 jinên girtî hevdîtin çêkir û li ser planên jinên girtî yên pêşerojê jî axivî.
Kim Kardashian li ser hevdîtina li girtîgehê ji bo CNN'ê axivî û got ku ger tenê ji bo kesek jî ez bikaribim tiştek bikim ev dê baş be, ev yek bikeve rojevê û gelek kes zêdetir li ser vê biaxivin wê çaxê dê hê zêdetir tişt bêne kirin."
Kardashian meha borî çûbû Oval Ofîsa Donald Trump û ligel wî hevdîtinek jî kiribû. Alice Johnson di sala 1996'an de ji ber tilyakê hatibû girtin û cezaya muebetê xwaribê. Kardashian di hevdîtinê de ji Trump xwestibû ku wê efû bike.