Diyarname
Vê hefteyê 7 fîlm derketin pêşberî temaşevanan. Ji van 3 ji Tirkiyeyê, 4 ji derveyî Tirkiyeyê ne hatine ku yek ji van anîmasyon e. Em ji yên derveyî Tirkiyeyê "De Dirigent" ji Tirkiyeyê jî "Kralîçe Lear" derdixin pêş.
- De Dirigent / Derhêner Maria Peters
Fîlmê derhêner Maria Peters ê bi navê "De Dirigent" bi "Bir Kadin Zaferi" ketiye vîzyonê. Christanne De Bruijn, Benjamin Wainwright, Scott Turner Schofield û Seumas F. Sargent di serlîstikvaniya fîlm de ne.
Fîlm di sala 1926'an de derbas dibe û çîroka Antonia ya Hollandayî ya 24 salî pêşkêş dike. Keçik dixwaze bibe şefa orkestrayê lê hem fikra 'jin nikarin bibin şef' heye hem jî bawerî bi jîrekiya wê naynin. Antonia ku li wir ev destûr ji bo wê nayê danîn û helbet tiştek ku winda bike nemaye ji bo bikeve dû xeyalên xwe berê xwe dide DYA'yê. Antonia piştî dusalên dersên li Akademiya Muzîkê ya Dewletê dê Orkestraya Filarmonî ya Berlînê bi rê ve bibe.
- Kralîçe Lear
Di destpêka salên 2000'î de li Torosan komek jinên gundî şanoyek ava dikin û ji bo lîstika Shakespeara ya bi navê Kral Lear li gundên dûr bilîzin dikevin rê. Derhêner Pelin Esmer di fîlmê xwe "Kraliçe Lear" de dikeve dû çîroka van jinan.
Di fîlm de Behiye Yanık, Cennet Guneş, Ummu Kurt û Fatma Fatih dilîzin.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- And Then We Danced / Derhêner Levan Akin
- Ford v Ford / Derhêner James Mangold
- De Dirigent / Derhêner Maria Peters
- Boonie Bears: Blast Into The Past / Derhêner Leon Ding / Anîmasyon
- Kraliçe Lear / Derhêner Pelin Esmer
- Soz Vermiştin / Derhêner Baran Seyhan
- Gece Gelenler / Derhêner Fuat Yilmaz