Diyarname
Pirtûka bi navê “Radikal Tiyatro” ku şanoger û derhêner Aydin Orak nivîsiye ji Weşanên Belgeyê derket. Di pirtûkê de analîz, rexne û gotarên li ser şanoyê hatine weşandin.
Lîstikvan Aydin Orak ku heta niha di lîstikên wekî “Rojnivîskar Dînekî”, “Tu ne Gara yî”, “Araf”, “Mirina Zimanekî”, “Nora”, “Da” lîstiye, belgefîlmê bi navê “Bêrîvan” kişandiye, heta niha çend pirtûkên wekî “Hestên Veşartî” (Helbest, 2005, “Teneke” (Yaşar Kemal, Werger Aydin Orak, 2006) çap kiriye niha pirtûkek wî ya din derket.
Pirtûka navê “Radikal Tiyatro” lê di heman demê de wekî şahidiya Orak a van salên ku di nav şanoyê de derbas bûye ye
Aydin Orak ku di sala 1982’yan de hatiye dinê di sala 1997’an de dest bi şanoyê kiriye, di salên 2000’î de li Navenda Çanda Mezopotamyayê ev karê şanoyê dom kiriye û di van salên dawî de jî bi serê xwe vî karî didomîne.
Di pirtûkê de mirov dikare gotarên ku şanoya kurdî jî nîşan dide bibîne.