Diyarname
Li Tirkiyeyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dîroka hilbijartina ji bo Serokomariya Tirkiyeyê eşkere kir.
Li gor daxuyaniya YSK'ê ku êvara 14'ê mehê eşkere kir, dê hilbijartin di du doran de li dar bikeve. Dora yekem a hilbijartinê wê 10'ê gelawêja 2014'an li dar bikeve. Ger di vê dorê de tu berendam bi ser sedî 50'î re dengî negire dê dora duyem jî li dar bikeve û di vê dora ku wê 24'ê gelawêjê li dar bikeve de ji du berendamên di dora yekemîn de bûne yekem û duyem kîjan pir dengan bigere dê bibe Serokomarê Tirkiyeyê.