Diyarname
Kovara Time fîlm û rêzefîlmên salê yên serketî hilbijart. Di lîsteya "10 fîlmên herî serketî yên salê" de anîmasyonan her sê rêzên pêşîn bi dest xistin û fîlmên zindî li dû xwe hiştin.
Time wekî fîlmê herî serketî yê salê "Prenses û Beq" (The Princess and the Frog) ku fîlmê anîmasyonî ye wekî fîlmê herî serketî di rêza yekemîn de hilbijart. Di beşa rêzefîlman de jî "Mad Men" bû yekemîn.
Li gor lîsteya di kovarê de hat weşandin di rêza duyem a fîlman de dîsa fîlmê anîmasyonî heye: " Li jor binêre" (Up). Di rêza sêyem de jî fîlmê anîmasyonî "Fantastik Foks" (Fantastic Mr. Fox) cih girt.
Li gor kovara Time fîlmên din ên herî serketî:
"Kêmîna Mirinê" (The Hurt Locker), "Aqil li hewa" (Up in the Air), "Qûrdeleya Spî" (The White Ribbon), "Zilamekî bi tenê" (A Single Man), "Der barê bajar û zemanê de" (Of Time and the City), "Herêma Qedexe 9" (District 9), "Daxwaza Xwînê" (Thirst).
Kovarê di beşa rêzefîlman de jî rêzefilmê bi navê "Mad Men" kiriye yekemîn. "Mad Men" ku 9 xelatên Emmy û 3 xelatên Giloka Zêrîn girt li Tirkiyeyê jî tê temaşekirin.
Di rêza duyem de rêzefîlmê di cureya komedî de "Modern Family" û di rêza sêyemîn de jî rêzefîlmê drama "Breaking Bad"ê cih girt.
Di lîsteya rêzefîlman de van rêzefîlman cih girt: "Big Love", "Battlestar Galactica", "Lost", "Friday Night Lights", "Glee", "Sons of Anarchy" û "(Tie) The Office/Parks and Recreation".


