Diyarname
Vê hefteyê "Melegin Sirlari", "Cengiz Han", "Miras", "'Rojnivîska Spiderwick", "Cemaet" 5 fîlm hene.
Melegin Sirlari / Razên Melikê
(Broken Angel)
Derhêner: Aclan Buyukturkoglu
Lîstikvan: Nehir Erdogan, Fay Masterson, Nilufer Açikalin, Patrick Muldoon...
Cure: Dram
Sala Kişandinê: 2008
Diya keçikeke mehsûm Ebru wê dişîne DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) lê ew der wekî ku di fîlman de tê nîşandayîn ji aliyê jiyanê ve ne ciheke pîr û pak e. Ebru di jiyana evînî de têk diçe, tiştinên xirab tên serê wê û Rusty yê ku ji guhan ve ker e dixwaze wê ji vê jiyanê rizgar bike. Çîroka fîlm li ser Ebru, Rusty û rastiyên li DYA'yê ye.
***
Cengiz Han
(Mongol)
Derhêner: Sergei Bodrov
Lîstikvan: Tadanobu Asano, Aliya, Tegen Ao...
Cure: Dram / Şer / Dîrok
Sala Kişandinê: 2007
Dê di sê beşan de “Mogol” (Moxol) bê kişandi û "Cengiz Han" beşa yekem a vê sê fîlman e. Fîlm, li ser Timûçînê ku ji dîlî rizgar dibe û dinyayê dagir dike, dibe xwedî pênasa Cengin Xan disekine.
Esugei Kagan tevî kurê xwe Tîmûçînê neh salî li çolên Moxolan dike Merkitê ji bo hilbijartina bûkekê. Bi vî awayî dê neyartiya di navbera Esugei Kagan û Merkitan ku bi salan dom kiriye bi dawî bebe, dê siûedê pêşkêşî aştiyê bikin. Lê Tîmûçîn di demeke ku li ser rê rdawestiyane de ji qebîleyekê yekê ji xwe re hildibijêre. Ev yek li dijî aştiya ku dê bi Merkitan re çêbikin e.
Di vegerê de Esugei ji aliyê neyarên wî yên ku ketine dû tê kuştin û Tîmûçîn divê di cihê bavê xwe de dibe serokê qebîleyê.
Tîmûçîn û malbata wî wekî koçeran dijîn û bi nêçîrvanî debara xwe dikin. Serokê nû yê qebîleya Targutai dixwaze Tîmûçînê ku dê di pêşerojê de bibe serokê qebîleyê bikuje. Lê li gor regezên moxolan zarok kuştin nîn e. Li ser vê yekê Targuti wî esîr digire û ji bo kuştinê li bendê dimîne ku mezin bibe...
**
Mîras
Derhêner: Aydin Sayman
Lîstikvan: Haldun Boysan, Kaan Girgin, Levent Ozdilek...
Cure: Aksiyon
Sala Kişandinê: 2007
Di destpêka fîlm de li qesrê nûnerên cihûyan dixuyin ku bi sadrazam re xeber didin. Ew li pêşberî Abdulhamîd in, diaxivin û ji wî ji Filistînê axê dixwazin, dibêjin; ewê hemû deynên Osmanî bidin û xezîneyê jî dagirin.
Abdulhemîd radibe û dibêje, "Welatê ku bi xwîn hatine girtin ne bi pereyan encax bi xwîne bi paşv e tê dayîn." Mirov derdikevin, hin bi sedrezam re hêdî hêdî diaxivin. Abdulhemîd bilez diçe Qesra Beylerleyî û gazî Mahmut paşa dike.
Di fîlm de rewşa cihûyan, erdên Osmanî, destguherîna Misûl û Kerkûkê, îngilîz, hînt û gelek aliyên din, bi rolên cihê derdikevin holê...
Di vê serdemê de sazkirin û nîşandayîna fîlmekî wisa balkêş e.
**
Rojnivîska Spiderwick
(The Spiderwick Chronicles)
Derhêner: Mark Waters
Lîstikvan: David Strathairn, Mary-Louise Parker, Martin Short, Tod Fennell...
Cure: Malbatwarî / Dram / Fantastîk / Macera
Sala Kişandinê: 2008
Cêwî Jared û Simon û xwişka wan Mallory mala xwe bar dikin Spiderwick a li New Englandê. Lê navçe ne li gor xeyalên wan e.
Ciheke sekan, kevnare û ji ber vê yekê bira difikirin ku dê li vê derê dilteng bibin. Piştî demekê li dora wan perî dixuyin, lê ji bilî periyan gelek lehengên fantastîk jî dertên.
**
Gunahkârlar
(The Flock)
Derhêner: Wai-keung Lai
Lîstikvan: Richard Gere , Claire Danes, Ray Wise, Avril Lavigne...
Cure: Sûc / Hêrsdarî
Sala Kişandinê: 2007 
Fîlmê bi navê "The Flock" li Tirkiyeyê bi navê "Gunahkarlar" ket vîzyonê. Ajan (Richart Gere) bi salan li dû kesên ku sûcê dikin beziyaye û bi vê yekê di rihê wî de birînên kûr vebûne û bûye paranoyak. Ew niha ji aliyekê ve li keçikek ku bawer dike ji aliyê tawanbarekî ve hatiye revîn ji aliyê din ve jî bi jiyana nava dilê xwe re di têkoşînê de ye.
Claire Danes ku li ber destê Gere dixebite ji aliyekê ve kar hîn dibe, ji aliyê din ve dike ku Gere li gor zagonan tevbigere û bêşik were ser xwe.


