Diyarname
Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv ev nêzî 30 sal in kedê dide qada kurdî. Heta niha 13 pirtûkên wî derketine. Ji van 6 pirtûkên çîrokan, 6 roman û pirtûkek lêkolînî ye. Vê hefteyê emê ligel wî dîwanek saz bikin.
Em her hefteyê roja şemî qunciknivîskarekî xwe dikin Mêvanê Dîwana Diyarnameyê ya Twittirê, vê hefteyê dora nivîskarê me Helîm Yûsiv e.
Bername 29'ê mehê (roja şemî) li gor saeta Amedê 22.00, li gor saeta Ewropayê saet 21.00'an de li dar dikeve. Moderatorên vê bernameyê nivîskarê me, helbestvan, muzîkar Yeqîn H. û helbestvan û akademisyen Ferzan Şêr in.
Moderator û mêvanên amade dê bipirsin û Helîm Yûsiv dê bibersivîne... Em li benda we ne ku hem ji bo beşdarî, guhdarîkirin û hem jî ji bo pirsên we...
HELÎM YÛSIV KÎ YE?
Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Ew berhemên xwe bi kurdî dinivîse û ev berhemên wî heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Berhemên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)