Amed
Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER), li Amedê anketa “Ger referandûmek pêk bê, Kurd çi dixwazin” de ji sedî 87’ê Amediyan daxwaza referandûmê kir.
Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (SAMER), têkildarî daxwazên siyasetmedaran a li ser daxwaza zimanê kurdî û daxwazên kurdan di navbera 6-7'ê Adarê de anketek amade kirin. SAMER, der barê daxwazên Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş a "Bila li ser daxwazên kurdan referandûn bê kirin", daxwaza Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk a "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî" û daxuyaniya Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç a "Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye" de bi beşdariya 300 kesan anket amade kir. Anketa ku ji aliyê 9 anketoran de hate amadekirin ji sedî 40 jin û ji sedî 60 zilaman bersiv dan. Anketa ku ji aliyê hemû beşên civakê ve hate bersivandin di nava 2 rojan de temam bû û wekî raporekê hate amadekirin.
JI 300 KESAN JI SEDÎ 49'AN GOT XWESERIYA DEMOKRATÎK
300 kesên li ser daxwaza Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş a "Bila li ser daxwazên kurdan referandûn bê kirin" pirsa "Li gorÎi we divê referandum bê kirin?" hate pirsîn û ji sedî 87 “erê” ji sedî “4” na, ji sedî 7 “Nêrînek min tune” û ji sedî 2'an jî bersîv neda.
Di anketê de li ser pirsa "Ger ku vê yekşemê li ser daxwaza kurdan referambûm pêk bihata dê daxwaza we çibûya?" jî ji 300 kesan ji sedî 49'an bersîva Xweseriya Demokratîk da. Ji sedî 19 serxwebûn, ji sedî 5 federasyon, ji sedî 7 jî rayeya zêdekirina şaredariyan da.
BILA KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ
SAMER'ê li ser daxwaza Hevserokê KCD'ê ya Ahmet Turk a bila "Zimanê kurdî bibe zimanê zikmakî" jî pirs pirsî. Ji 300 kesan ji sedî 83'an “erê”, ji sedî 9 “na”, ji sedî 8 “nizamin” bersivand.
SAMER'ê pirsa "Li gorî we Kongreya Neteweya Kurd girîng e?" jî pirsî û ji sedî 79 bersîva “pir girîng e”, ji sedî 2 “hinekî girîng e”, ji sedî 6 “bersîva me tune” da.
BERSIVA ARINÇ
Li ser pirsa "Hûn ji bo daxuyaniya Arinç çi difikirin jî ji sedî 43 bersiva daxuyaniyek “şaş û bê bingeh e”, ji sedî 18'an “Ez şermezar dikim”, ji sedî 12'an “Kurdî zimanê şaristaniyê ye” da.
OPERASYONÊN KCK’Ê
SAMER'ê pirsa "Operasyonên bi navê KCK'ê bandorek çawa li ser çareseriya pirsgirêka kurd dike? jî ji sedî 43 bersîva “bandora neyînî dike”, ji sedî 24'an “bersîva pir neyînî”, ji sedî 6'an jî “bê bandor e” dan.
ANF