Diyarname
Di vê sala ku em niha êdî li dû xwe dihêlin de çi bûyerên girîng di warê çand û hunerê de derketin pêş? Kîjan rekor, bûyer, pêşketin çêbûn? Va ne mûnakên ji dinyayê...
- Li fezayê fîlm hat kişandin
Li dinyayê yekemîn fîlmê ku li fezayê hatiye kişandin temam bû. Koma rus çû fezayê û fîlm kişand. Di fîlmê bi navê "Vyzov" de çîroka doktorê ku diçe fezayê jiyana kozmonot rizgar dike heye.
- Zhao kete nava dîroka Oscarê
Derhêner Chloe Chao ku bi eslê xwe Asyayê ye di merasima 93'yemîn Xelatên Oscarê de Xelata Derhênera Herî Serketî girt. Bi vê ew bû yekemîn jina ji Asyayê vê xelatê digire. Li dinyayê di dîroka Oscarê de tenê carek derhênereke ev xelat girtibû, Zhao bû duyem derhênera jin ku vê xelatê digire.
- Ji "Friends"ê beşek taybet
Rêzefîlmên "Friends" 17 sal berê hatibû kişandin û îsal piştî 17 salan beşek taybet ji bo wê hat kişandin. 27'ê gulanê beşa taybet ku navê "The Reunion" lê kirin li HBO hat nîşandayîn. Ligel karakterên rêzefîlm kesên wekî David Beckham, Lady Gaga, Reese Witherspoon, Cara Delevigne, Justin Bieber û Kit Harrington wekî mêvan têde cih girtin.
- "Squid Game" li dinyayê belav bû
Rêzefîlmê Koreya Başûr ê bi navê "Squid Game" wisa nav da li 94 welatan ji aliyê 142 mîlyon kesî ve hat temaşekirin. Ji ber vê eleqeyê li welat peykerê serkarekter jî hat çêkirin.
- Albuma Adele "30"
Hunermend Adele 19'ê meha sermawezê de albuma xwe ya bi navê "30" derxist û di 3 rojan de rekor kişand. Li gor kovara muzîkê Bilboardê di 3 rojan de ji 500 heb zêdetir album hatin firotin ku ev yek rekor e.
- Rolling Ston 87 mîlyon sterlîn kar kir
Koma muzîka rockê ya îngilîz Rolling Stones îsal tûrneya No Filter ku ji 12 konsera pêk dihat saz kir. Ji vê tûrneyê 87 mîlyon sterlîn pere kar kir ku bi vê di sala 2021'ê de bû koma ku herî zêde ji tûrneyê pere kar dike.
- Dîsa "Seks and the City"
Rêzefîlmê bi navê "Seks and the City" di salên 90'î de gelek bal kişandibûn. Ew rêzefîlm carek din hat kişandin lê vê carê navê wê danin "And Just Like That". Wekî kurterêzefîlm hat kişandin û dîsa lîstikvan Jessica Parker, Cynthia Nixon û Kristin Davis têde lîstin. Rêzefîlm 9'ê berfanbarê li kanala HBO Maksê hat nîşandayîn.
- Spider Man: No Way Home rekor şikand
Fîlmê "Spider Man: No Way Home" 17'ê berfanbarê ket vîzyonê. Ji dema pandemiyê heta niha bû yekemî fîlm ku mîlyor dolarek pere ji gîşeyê bi dest xist. Di heman demê de di sala 2021'ê de bû fîlmê ku herî zêde pere kar kiriye.
- Swift û Beyonce ketin dîroka Grammy
Hunermend Beyonce û Taylor Swift çar xelatên mezin ên Grammy girtin. Bi vê ketin nava dîroka Grammy. Swift bû yekemîn hunermenda jin ku sê caran Xelata Albuma Salê digire. Beyonce jî bû 28 xelatên Grammy digire ku bi vê yekê ket nav dîrokê. Li aliy^edin hunermenda repê Megan Thee Stallion ev xelata Strana Repê ya Herî Serketî girt ku di vî warî de bû yekemîn jin ku di vî warî de xelatê digire.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 2021: Kurdên ku xatir xwestin
- 2021: Kitabê ke Obama weçînayê
- 2021: Delala kaînatê hat hilbijartin
- 2021: 25 jinên herî bi bandor ên salê
- 2021: Di nav 'Fotografên Herî Serketî yên Dîrokê' de fotoyê Nemrûdê jî heye
- 2021: Fotografên salê, yek jê ji Duhokê ye
- 2021: The Timesê 10 pirtûkên salê hilbijartin
- 2021: Neteweyên Yekbûyî hejmara jinên ku hatine kuştin eşkere kir
- 2021: Fotoyên çivîkan yên serketî hatin hilbijartin
- 2021: Oksfordê peyva salê hilbijart


