Diyarname
Li Japonyayê konsomartisên ku li klûbên şevê yên bi navê "kyabakura" de bi pereyan daxwaza kirînerên mêr tînin cih sendîka ava kirin.
Jinên ku diyar kirin ku di bin şertên dijwar de dixebitin û her bi tacîze re rû bi rû dimînin, hefteya borê serî li Wezareta Tenduristiyê dan û sendîkaya xwe ava kirin.
Konsomatrîsên ku diyar kirin ku zêdetir karsaz li hemberî wan xirab tevdigerin. Wan eşkere kir ku di klûban de ku zêdetir bi mafyaya japon yakuza ve girêdayî ne de bi îdîaya ew kincên xirab li xwe dikin, bi mêvanan re baş xeber nadin her cezaya pereyan li wan tê birîn, bi vî awayî jin deyndar têne derxistin û loma belaş têne xebitandin.
Hate gotin ku ji wan heta niha sedî 10 endamên sendîkayê çêbûne û tê gotin ku potansiyela ku dê ev hejmar bigihîje hezaran heye


