Diyarname
Kovara du mehane ya bi kurdî û tirkî Dilop bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Dilopê li ser “Dêrsim û Dêrsimî” dosyayeyek amade kiriye.
Dilop bi hejmara xwe ya 28’an a mehên sermawez-berfanbarê li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê berga xwe ji bo Jîna Emînî veqetandiye û piştgirî daye vê tevgera jinan.
Kovara ku her hejmar dosyayeke amade dike di vê hejmarê de, di çarçoveya koç, bîr, nasnameyê de li ser “Dêrsim û Dêrsimî” sekiniye. Ji bo vê yekê jî Dr. Zeynep Arslan ligel Prof. Dr. Şukru Aslan axiviye. Aslan ku di vî warî de pirtûk amade kirine û weşandine dibêje, “Dêrsimîbûn li diasporayê hê çalaktir e”. Prof. Dr. Aslan di vî warî de fikrên xwe tîne ziman û pêşniyaran jî dike.
Ji nivîsên tirkî Vecdi Erbay li ser Girtîgeha 5 Nimre ya Amedê, Gunay Aslan jî li ser Newala Qesaba nivîsiye. Cihan Soylu jî li ser rojnameger Namik Taranci yê ku 30 sal berê li Amedê ji aliyê Hîzbullahê ve hatibû kiştin nivîsa xwe amade kiriye.
Nivîskar Ahmet Tulgar mehek berê ji ber qeyrana dil canê xwe ji dest dabû. Kovarê nivîseke Tulgar a ku berê di kovarê de belav kiribû, ji bo bîranîna wî carek din weşandiye.
Ji hevpeyvînên vê mehê, Ekrem Yildiz ligel helbestvan Kawa Nemir axiviye. Şerif Karataş jî ligel dîroknas û zanyarê siyasetê Prof. Dr. Hamit Bozarslan hevpeyvîna amade kiriye. Bozarslan dibêje, “Divê kurd li ser, ji parastina ku DYA dide wan wêdetir bifikirin.” Arî Dilo jî kurtehevpeyvînek ligel Kovara Bar Helbestê ku ji nû ve dest bi weşanê kir, kiriye.
Di vê hejmarê de Fewzî Bîlge, Yusuf Karadaş, Dîdar Berken, Ender Îmrek, Ozkan Zulfîkar, Havva Meşe, Andre Bonnard, Îbrahîm Karaca, Medayîn Demîrbaş, Pakrat Estukyan bi nivîsên xwe cih girtine. Her wiha helbestên Şêrko Bêkes, Hasan Huseyin Korkmazgil (werger Firak Keklik), Feratê Dengizî, Serap Aras, Rêzan Diljen, Tarik Akdenîz jî di kovarê de hatine weşandin.
Ji bo têkilî:
+90 543 488 69 96
dilopdergisi@gmail.com