Ahmet Altan
Nizanim rêveberên AKP’ê romana Madame Bovary xwendin, heke ku xwendibin di van rojan de hevoka wê ya dawîn dê timik were bîra wan.
Bovary, di dawiya pirtûkê de dibêje, “Min xwestibû ku her tişt baş bibe.”
Hikûmeta AKP’ê jî wekî parçeyek ji ‘pêşîlêvekirina Kurd’, ji bo ku rewşa li Îmraliyê bi keys bike, dawî li tecrîda Ocalan bîne û derfeta ku bikaribe bi girtiyên din re axaftinê bike pêk bîne, li giravê girtîgeheke nû ava dike û neh girtî şandibûn wir.
Encam bû felaket.
Apo, ji tengbûna hucreya xwe ya nû û ji nebaşbûna mercên xwe gazinc kir, zarokên ciwan ên kurd bi molotofên di destên xwe de daketin kolanan, rêvebera DTP’ê Emîne Ayna jî got: “Polîtîkaya Îmraliyê dawî li pêşîlêvekirinê anî.”
Di hucreyekê de asêbûna guherîneke civakî ya ev qas mezin xemnak e.
Ji Apo re dayîna odeyeke hîn rihet, televîzyon û rojnameyê dê çi zirara xwe hebe.
Lê tenê ev hevok jî ji bo gelek tirk têrî pengizandina ji şûnê dike.
Jixwe xala herî xeternak ya rewşê, di bingehê de dijberbûna her du civakan ya di der barê têgihîştina Apo de ye.
Apo, ji bo hinek kurdan hema hema gihîştiye radeya “rêberiya” pîroz, ji bo hinek tirkan jî kujerekî “dest bi xwîn” e ku divê bi awayekî herî giran bê cezakirin.
Gava hûn hewl didin ku aştiyê “di ser Apo re” pêk bînin, ev her du têgihên cuda bi tundî mixrikî hev dibin, her du alî jî devjêberdana “aştiyê” didin ber çavan.
Her du alî jî tênagihêjin hestên ê din.
Pêkanîna aştiyê jî bê Apo gengaz nîn e.
Bi qasî ku tê fêmkirin Apo li derveyî “pêvajoyê” nagrin, di vê mijarê de bi wî re hevdîtin tê kirin.
Lê Apo di der barê pêkanîna aştiyê de naxwaziye ku bi tenê faktorek be, dixwaziye ku ev were dîtin û di berdêla van kirinên xwe de ji wî re rêzgirtin jî were nîşandan.
Ez bawer dikim, sedema bingehîn a gazinckirina ji hucreya xwe ya nû, bi qasî pirsgirêkên fizîkî, vê cih guhêrtinê ji xwe re û li dijî statuya xwe wekî biçûkdîtinekê dihesibîne.
Ew jî destûrnedana vê yekê, bi derxistina zarokan a kolanan û bi pêşîlêgirtina li pêşîlêvekirinê nîşan dide.
Bi dîtina diyarbûna hêza xwe hez dikiye.
Bêguman di tevlîhevbûna rewşê de, rola “nediyarî” ya hezkirina pergala me ya daraziyê jî heye.
Apo dîl e, mehkûm e?
Heke ku mehkûm e, mafê ku we ji mehkûmê din re dane bidin wî jî, heke ku mehkûmên din dikarin li televîzyonê temaşe bikin û rojnameyê bixwînin, ku mehkûmên din der tên hewadarkirinê, ji wî re jî derfeta bikaranîna van mafan bidin.
Heke dîl e, rêzikên Peymana Cenevreyê bisepînin.
Eger hûn wekî ku hinekî dîl be, hînekî jî mehkûm e tevbigerin dê rewş tevlihev bibe.
Gava ku hûn ji Ocalan re li gor kêfa dilê xwe, statuyeke ku di hiqûqê de nîn e birikibînin, hûn ê pêşîlêvekirina gewre di nîqaşeke ecêb, wekî “ ferqa hucreya wî ya nû û kevn 17 santîmetre ye an şeş metre ye” de bifetisînin.
Hîn ku me digot em vê şerê bîst û pênc salan biqedînin, jiyana ciwanan bifilitînin, civakê dewlemend bikin û azad bikin, li sedema ku we ji bo domandina şer dîtiye binêrin.
Gava ku ez di der barê vê mijarê de nivîsan dinivîsim, ji min re ji kurdan jî, ji tirkan jî name tên, a rast hin caran mirov, di heman mijarê de bi dîtina ew qas ji hev cudabûna her du nêrînan ber bi bêhêvîtiyê ve dibe.
Kurd dibejin, “her tim ma em ê tawîzê bidin, hûn nizanin ku çi bi serê kurdan de hatiye, qet fêm nakin ku ew çi hîs dikin.”
Tirk jî dibêjin, “ev çi halê we ye hûn her tim kurdan diparêzin, we qetlên bi xwîn ên vê PKK’ê ji bîr kir, hûn keça ku hîn nû di otobusê de şewitandin jî nîn in bîra xwe.”
Di piraniya nameyên ku ji her du aliyan ve jî hatine de rewşeke “em ê şer bikin, ku der zirav e bila di wir de biqete” heye.
Heman azweriya hovane ya tundî di nivîsên wan de ew qas eşkere xuya dike ku, ew qas dişibin hev ku û ew qas nizanin ku dişibin hev ku…
Û her du alî jî, ji bo ku rastiyê nebînin ew qas hewl didin ku…
A rast ew e, we bîst û pênc salan şer kir û we bi çekan nikaribû hev têk bibin, hûn vê yekê napejirînin, hûn dixwazin wekî ku we “têk biriye” bikin.
We têk nebir, hûn ê nikaribin têk bibin, şerekî ku hûn qezenc bikin li holê nîn e.
Yekane tiştê ku hûn bikaribin qezenc bikin, aştî ye.
Hûn wê jî ji heq dernakevin.
Hin caran ez difikirim ku ez kal bûme, bi qasî ku li vî welatî jiya me dê mecbûr nebime ku bijîm, kêfxweş dibim ku dema min a ku li van hoveberiyan, neehîlbûnan, nejêhatîbûnan temaşe bikim nema ye.
Ev azweriyeke çawa ya mirin û kuştinê ye.
Ev rewşeke çawa ya jiheqderneketina jiyanekê ye.
Sibê ez ê çi hîs bikim, çi bifikirim nizam, lê heke ku hûn hestên min ên îro bipirsin, ez ê bersiveke kurt bidim we.
“Şer bikin, ku der zirav e bila di wir de biqete”
Ji Tarafê hatiye girtin
Wergera ji tirkî: Sabrî OYMAK
Siyabend_2004@hotmail.com


