Diyarnake
KNK peyamenek nivîskî weşand û got ku ew Mîqtad Bedirxan û rojnameya Kurdistanê ku berî 114 salan xîma wê hate avêtin, bi dilsozî bibîrtîne.
Di peyamê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) qala derxistina rojnameya Kurdistan ku di sala 1898'an de derketibû kir û got ku li ser vê pengava dîrokî, îro çapemeniya kurd gihaye qonaxek profesyonelî. Êdî di pirsgirêka têkoşîna azadiya Kurd de, xwedî rol û misyoneke pêşeng e û li dijî medya asparagas jî, bûye medya alternative.
Di daxuyaniyê de wisa hate gotin: "Êdî, rojnameyên kurdî, televîzyon, ajans û radyoyên kurd, wekî berdewama rojnameya Kurdistanê, ku berî 114 salan li Qehîre hate derxistin in. Lê îro, çapemeniya kurd li ser xaka Kurdistanê weşanên xwe dike û di doza azadiya kurd de roleke sereke dilîze. Lê divê were zanîn ku televîzyon û rojnameyên li derveyî welat jî, di têkoşîna gelê kurd ya çar parçeyên Kurdistanê de, rola xwe ya sereke dilîzin."


