Diyarname
Komeleya Nivîskarên Sînemayê (SİYAD) îsal xelatên rûmetê dide lîstikvan Tuncel Kurtiz, muzîkar Cahit Berkay û derhêner Yusuf Kurçenli.
Merasima xelatdayînê di 24'ê reşemiyê de li Maslak Tim Show Center wê bê dayîn.
Siyad her sal digel van xelatan, xelatê dide fîlmên herî serketî yên ku di sala borî de ketine vîzyonê. Niha endamên Siyadê amadehiya hilbijartina wan fîlman û kedkarên wan dikin ku di heman şevê de wê ev xelat jî bêne dayîn.