HELEB
Hate ragihandin ku duh, li Taxa Şêx Meqsûd a Hebelê, hêzên Şebîheyan ên rejîma Esad ên ji eşîreta Begara ya Ereban pêk tê, êrişê Kurdan kirin û di eccamê de jina bi navê Gulê Selmo 45 salî jiyana xwe ji dest da. Lê bijîşkan ragihand ku Gulê Selmo dijî.
Li gorî nûçeya servîsa Erebî ya ANF'ê, di 10’ê adarê de, demjimê derdora 17.00, , li Taxa Şêx Meqsûd a Hebelê, hêzên Şebîheyan ên rejîma Esad ên ji eşîreta Begara ya Ereban pêk tê, xwestin nûçegihana Ronahî TV birevînin. Gelê taxa Şêx Meqsûd ku piranî Kurd in mudaxeleyê bûyerê kirin û di encamê de pevçûn qewimî. Li gorî agahiyan dayîka 45 salî ya bi navê Gulê Selmo di encama bûyerê de bi giranî birîndar bû. Ji berk u gule li serê Gulê Selmo ket, hate diyarkirin ku jiyana xwe ji dest daye, lê piştî rakirin nexweşxaneyê bijîşkan diyar kir ku Gulê dijî, lê rewşa wê pir xirab e. Gulê Selmo di beşa lezgîn a nexweşxaneyek Helebê de tê ragirtin.
Hate ragihandin ku şevê din ciwanên Kurd li taxa Şêx Mesqûd heta serê sibê nobet girtine. Eşîreta Begara nêzîkê rejîma Beas e û bi neyariya xwe ya li hemberî Kurdan tê naskirin.
Hate diyarkirin ku Gulê Selm (45) ji gundê Qitmê yê Efrînê ye û li Helebê dijî û di heman demê de endama rêxistina jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Yekitiya Starê ye jî.
Ji ANF'ê hatiye girtin


