Diyarname
Komeleya Zelaliyê ya Navneteweyî nameyek ji kesên berendamên serokomariya Tirkiyeyê re şand û xwest di warê eşkerekirina mal û milkê xwe de zelal bin. Li ser vê yekê Selahattin Demîrtaş ku li ser navê HDP'ê berendam e bersiv da: "Ez mal û milkê xwe eşkere dikim: Xaniyek min ê bi buhaya 300 hezar TL'yî, Erebeyeke min a bi modela 2013, bi buhaya 55 hezar TL. Bi sedan pirtûk, bi hezaran name û dîplomayek min heye :)"