Diyarname
Heta niha gelek hunermendî li ser hilbijartinê bi vîdyoyên ku weşandin piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê û berendamê wê yê Serokomariyê Selahattin Demîrtaşî anîn ziman. Hunermendê li Ewropayê yên ku di bin banê TEV-ÇAND'ê de hatine ba hev jî banga piştgiriyê kirin.
Hunermendên TEV-ÇAND’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û bang li hunermedan kirin ku di vê hilbijartinê de wekî hunermendên gel erka xwe bi cih bînin.
Li ser navê hunermendan Xelîl Xemgîn daxuyaniyê belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gel hunermend îro helwesta xwe diyar nekin dê kengê bikin û wisa hat gotin: "Ger tu xwe wijdanê vê civakê dibînî, te heya niha çi fedekarî kiribe, mala te ava lê pêwîst e van çar pênc rojên ji hilbijartinê re mane, em mîna mucîze ên hunerê, her yekî ji me dikare mucîzeyekê çêbike! Bê cudahî, her hunermendek dikare di van çend rojan de, çend kesên din jî îqna bike û dengekî ji bo HDP'ê, dengekî ji bo Demîrtaş!”